KCDK-E, komkujiya dewleta Tirk şermezar kir

KCDK-E, komkujiya ku ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve li Başûrê Kurdistanê li sivîlan hate kirin şermezar kir û got, "Em bang li gelê xwe dikin, ku li hemberî vê komkujiyê bi rengekî demokratîk rabe û têkoşînê geş bike."

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li ser komkujiya ku bi balafirên şer ên Tirk li gundên Rêkan û Nerwê yên Amediyê û bejahiya gundê Horê yê herêma Avaşînê hate kirin û 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, bi vê êrîşa ku yekser li hemberî sivîlan hate kirin, fermana kuştina Kurdan hatiye dayin û hat gotin, "Bi rêya vê komkujiya li sivîlan hate kirin peyama 'ya tuyê serî bitewîne, ya jî ev ê bê serê te' hatiye dayin."

KCDK-E diyar kir, ku Kurd û nûnerên Kurdan ên li hemû parçeyên Kurdistanê divê va komkujiyên dewleta Tirk li gelê Kurd dike bibînin, helwestê nîşan bidin û bêdeng nemînin.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku bêdengî, sekna ji hev cuda û nîşannedana helwesteke vekirî li hemberî polîtîkayên şer ên dewleta Tirk, cesaretê dide dagirkeran. KCDK-E got, ev êrîş êrîşeke topyekûn e li dijî îradeya siyasî ya gelê Kurd.

KCDK-E da zanîn, ku eger ew nebin yek û bi rûmetî li ber xwe nedin, wê komkujiyên mezintir bi serê wan ve werin û wiha dewam kir: "Tirkiye, Iraq û Îran dixwazin destketiyên li Rojava û referandûma li Başûrê Kurdistanê ji xwe re bikin bahane, ku polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê mafdar nîşan bidin û pêşî li azadiya gelê Kurd bigirin.

Kurd û nûnerên Kurdan ên li hemû parçeyan, pêwîste piştî vê komkujiya dawî li hemberî polîtîkayên dijminane yên dewleta Tirk helwesteke zelal nîşan bidin û yekîtiya neteweyî esas bigirin. Ji duh bêhtir îro pêwîstî bi kongreya neteweyî heye. Divê em yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin. Li dijî dewleta Tirk a ku vîna Kurdan nas nake, rêya yekane ya herî rast, berxwedan e.

Pêwîste gelê Kurd li hemberî vî şerê dagirkeriyê û van komkujiyan, têkoşîna hevpar û pêkanîna yekîtiya xwe esas bigire."

KCDK-E bang kir, ku li dijî komkujiyên dewleta Tirk ew yekîtiya xwe ya neteweyî xurt bikin, têkoşîna xwe geş bikin û rûyê dagirker ê dewleta Tirk li nava raya giştî ya Ewropayê teşhîr bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em bang li gelê xwe dikin, ku li dijî van komkujiyan bi rengekî demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bide û têkoşînê geş bike.

Pêwîste li her cihî em bi çalakiyên cuda nerazîbûna xwe li dijî van komkujiyên dewleta Tirk nîşan bidin. Em bang li gelê xwe yê li hemû parçeyan dikin ku bi piştgiriyeke xurt û ruhê yekîtiya neteweyî tevbigerin û van komkujiyan şermezar bikin."