KCDK-E ji bo Pîr Deprem peyama sersaxiyê şand
Dîwana Serokatiya KCDK-E’yê ji bo Deprem peyama sersaxiyê weşand.
Dîwana Serokatiya KCDK-E’yê ji bo Deprem peyama sersaxiyê weşand.
Dîwana Serokatiya KCDK-E’yê têkildarî wefata Pîrê Kantarmayê û rûspiyê olî û baweriya Kizilbaşên Kurd Mûstefa daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya Dîwana Serokatiya KCDK-E’yê de ev tişt hate gotin: “Yek ji Pîrên Kantamayê Mûstefa Dempem ê hemû emrê xwe ji bo têkoşîna heq, bawerî, ol, nasname û azadiyê da, 10’ê Mijdarê li bajarê Koln ê Elmanyayê çû ser dilovaniya xwe.
Pîrê me Mûstefa Deprem ê yek ji mirovê doz û baweriyê di jiyan û têkoşîna xwe de bi gotin û pratîka xwe ya birêve dibir dihate naskirin. Hem ji bo baweriya Elewîtiyê û hem ji bo azadiya nasnameya Kurdbûnê, heta têgehên fîlozofiyê li kolanan bê bi çalakiyên xwe bê mirovê ji bo dozê çawe ye bi pratîka xwe kesayetekî mînak bû û yek ji rêberê baweriya Ewlewîtiyê bû.
Pîr Mûstefa Deprem têkoşîna wî ya siyasî û jiyana xwe ve jî kesekî mînak bû. Pîr Mûstefa Deprem ê di sala 2016’an de tevlî çalakiya Nobeda Azadiya Birêz Ocalan a li bajarê Strasboûrgê hate lidarxistin bû, di semînera li ser Elewiyên Kizilbaşê dayî de, gotinên ku bi kar anîbû bi qasî jiyana wî bi wate bû.
Gotibû; ‘Elewîtiya Kizilbaşê, şêweyê jiyan û rêbazên wê bi pradîgmaya Netewa Demokratîk a Birê Ocalan pêşkêşî mirovahiyê kirî, jiyaneke li hev tê ye.’ Ev gotinên bi nirx ên bi israr ji bo me digot, Elewîtiya Kizilbaş ji nû ve di nava civakê de li bîra me anî. Divê em hestyariya ji bo têkoşînê xwedî lê derbikevin û hesreta Pîr Mûstefa Deprem bidij jiyîn.
Weke KCKD-E’yê li hember xeta têkoşînê ya civaka exlaqî ya ku Pîr Mûstefa Deprem emrê xwe hemû ji bo wê derbas kir bi rêzdarî bejna xwe li ber ditewînin û soza xwedîlêderketinê didin.
Weke KCDK-E’yê di serî de ji malbat û hemû gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.
Xwedê bi rehma xwe şa bike. Bibe Devr-îdaîm. Qebra wî bibe nûrh. Sersaxiyê ji malbat û hemû dostên wî re dixwazin. Oxira te ya xêrê be Birêz Pîr Mûstefa Deprem. Êşa me mezin e, em soz didin te Pîrê me; doza te doz me ye, dibêjin soza te soza me ye, ji bo xeyalên te bi cih bînin, em ê têkoşînê xurt û mezin bikin.”