KCDK-E ji bo Licê banga xwedîlêderketinê kir

KCDK-E'yê ji bo Licê, ku êrîşên komkuj li ser hene banga lêxwedîderketinê kir.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) têkildarî êrîşên komkuj ên AKP/Qesrê ku li Licê ya Amedê dimeşîne, daxuyanî da.

Di daxuyaniya nivîskî de hate diyarkirin, ji ber sedema girîngiya Licê ya di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bi zanebûn hedef hatiye girtin. Di daxuyaniyê de hate gotin, tê xwestin êrîş li hemû cografyaya Kurdistanê were berbelavkirin û wiha bi nav de çû: "Li Licê sînordarkirina dewletê û bêencamhiştina operasyonan di serî de ji bo gelê me, ji bo hemû derdorên ku li dijî faşîzma Erdogan û dewletê radiwestin peywira sereke ya mirovî ye."

Di daxuyaniyê de hate xwestin, xwedî li berxwedana Licê û Kurdistanê were derketin û hate diyarkirin ku gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê li dijî faşîzmê ya xwe bikin yek.

'HEYA 15’ê TÎRMEHÊ HER DEVER DIVÊ BIBE QADA ÇALAKIYAN'

KCDK-E’yê di dawiya daxuyaniyê de got, "Roj ew roj e ku li gelê Licê xwedî were derketin" û hate derbirîn:

"Gelên me yên Kurdistanî û Tirkiyeyî û dostên me yên li Ewropa, Emerîka, Awûstralya, Kanada, Rûsya, Japonya û li welatên din dijîn, ji bo rawestandina komkujiya mirovî û xwezayî ya dewleta Tirk li Licê pêk tîne, divê rabin ser piyan û ji 1’ê Tîrmehê ta 15’ê Tîrmehê li her deverê, her şev derkevin kolanan, bi çalakiyên curbecur bi awayekî bênavber di şexsê Licê de li xwerêveberiyê xwedî derbikeve û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dengê xwe derxîne."