KCDK-E: Ji bo jinan xweparastin şert e

KCDK-E’yê komkujî û tecawizên li ser jinan ên faşîzma AKP-MHP’ê destîşan kir û got, ‘Xweparastin şert e’’.

KCDK-E’yê ji bo 25’ê Mijdarê Rojav Hevgirtin û Têkoşîna Dijî Jinê ya Navnetewî daxuyanî da û got, li Tirkiye bi faşîzma AKP-MHP’ê her roj jin têne kuştin û tecawîz li jinê dibin.

 ‘AKP-MHP KOMKUJÎ Û DESTDIRÊJIYÊ ZÊDE DIKIN’

KCDK-E’yê wiha got: ‘’Di Tirkiyeya bi rêveberiya AKP-MHP Erdogan ê faşîst de her roj bi dehan jin têne kştin û tecawazî li ser jinan dibe, di desthilatdariya wan a 15 salan de 1500 ji 100’î ev tundî, tecawiza û komkujiya li ser jinê zêde  bûe. Bi zewicandina bi tacîzkar û tecawîzkar re a bi zora yasayan tundî bi destê dewletê tê geşkirin’ û hate gotin Erdogan bi hişmendiya DAIŞ’ê ye.

 ‘JINA KURD BÛ MORALEKE MEZIN’

Bi berdewamî KCDK-E’yê bal kişande ser têkoşîna jina Kurd û got, ‘’Têkoşîna jinên Kurdan a bi rengekî rêxistinî ku bi salan e didome û li dor paradîgmaya azadîxwaziya jinê ya Rêberttî, îro ji bo tevgerên jinan ên têkoşer û di hevgirtina jinan de bûye moraleke mezin.

Li dijî hemû komkujî û tundiya li ser jinê ya ku bi aqilê dewletê dibe têkoşîna jinên Kurd îro jî di 25’ê Mijdarê de rengê xwe li eniyên pêş diyar dike.’’

 ‘XWEPARASTIN ŞERT E’

KCDK-E’yê herî dawî got, ‘’Em bang dikin ku em têkoşîna jinê her roj di hemû qadên jiyanê de geş bikin, hevgirtina jinê qeyîm bikin. Em diyar dikin ku li dijî faşîzmê xweparastina jinan şert e.’’