KCDK-E ji bo çalakiyên Efrînê banga geşkirina çalakiyan kir

KCDK-E ya ku ji bo çalakiyên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtînger a li ser Efrînê ku wê sibe li seranserî cîhanê li gelek deveran bê lidarxistin bang kir got: “Bi ruhê seferberiyê her qadê vegerînînin berxwedana Efrînê.”

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê ya ku daxuyaniyek nivîskî da wiha got: “Em 24’ê Sibatê di serî de bang li hemû gelên xwe yên li Ewropa û cîhanê dikin ku dakevin qadan, êrîşên dewleta Tirk a dagirker, cîhadiyên hov û hevkarê wê dewleta Rûsya lenet bikin.

Li ser banga Platforma Seferberiya Efrînê ji bo piştgiriyê bidin Berxwedana Serdemê bi hezaran welatiyên ji herêma Cizîr û Friatê bi konvoyekê berê xwe dan Efrînê. Dewleta Tirk ev konvoy kiri hedef û di encamê de gelek welatiyê sivîl şehîd û gelek jî birîndar bûn.

Bi hezaran ciwan, jin û gelê me yê welatparêz ên ji herêmên cuda yên Rojava ji bo piştgirî bidin Berxwedana Serdemê berê xwe dan Efrînê bûn hedefa êrîşên artêşa Tirk a mêtînger û çeteyên wê. Dijminê mirovahiyê dewleta Tirk sûcekî din ê dij mirovahiyê li karnameya xwe zêde kir û sivîl qetilkirin.

Dewleta Tirk a bi hevkariya Rûsya dest bi qetilkirina sivîlan kiriye, bi top, balafir û çekên giran gelê me yê sivîl qetil dikin. Em vê qetlîam û jenosîda ku bi desteka Rûsya, artêşa Tirk û komên wê yên cîhadîst hate kirin bi tundî lenet dikin.

Li pêş çavên cîhanê bêdengiya ji bo komkujiyên qetilkirina Kurdan bê rûmetî ye û bê wijdaniye. Li dijî van komkujî û jenosîdan rabin ser piyan, dakevin qadan, dewleta Tirk, cihadîstên barbar û hevkarê wan dewleta Rûsya lenet bikin!

Li ser vî bingehî em gelê xwe yê di berxwedanê de israr dike pîroz dikin û bi rêzdarî silav dikin. Weke Platforma Xwedîderketina li Efrînê ya Ewropa, KCDK-E û TKJ-E em bang li hemû ciwanên bi şeref û namûs yên çar parçeyên Kurdistan, hemû gelê me yê welatparêz û hemû gelên hestiyar dikin ku bi ruhê seferberiyê xwedî li Efrînê derkevin û ji bo Efrînê dakevin qadan.

Di 24’ê Sibatê de meş û çalakiyên li bajêr û welatên (Koln, Bonn, Dortmûnd, Stûttgar, Freîbûrg, Nurnber, Munîh, Mannheîm-Darmstadt, Saarbrucken, Frankfûrt, Hannover, Saksen, Kassel, Hambûrg, Bremen, Oldenbûr, Kîel, BerlÎn , Stockholm, Borlenge, Gotbor, Malmo, Oslo, Danîmarka, Fînlandiya, Viyana, Graz, Lînz, Îngîltere, Arnheîm, Swîsre, Belçîka, Hollanda, Îtalya, Japonya, Kanada, Avûstralya Skoçya, Îrlanda, Yewnanîstan, Kibris) werin lidarxistin bi awayekî xurt beşdar bibin û ji bo şkandina bêdengiya cîhanê, şermezarkirina komkujiyan, bi rûhê seferberiyê dakevin qadan û hemû herêman vegeuherîn Berxwedana Efrînê.”