Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo bikaranîna dengê NA di refearndûma 16'ê Nîsanê de, banga qeydkirinê kir.
KCDK-E da xuyakirin, ku faşîzma AKP-MHP ji bo polîtîkayên xwe yên kujer û dîktatoriya xwe ya şexsekî mayînde bike, dixwaze guhertina destûra bingehîn di referandûmê de bide erêkirin û got, "Refearndûm jî di nava şert û mercên asayî û demokratîk-wekhev de nayê kirin. Hemû derfetên dewletê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Qîma xwe bi vê jî nînin, radibin gefê li hemû beşên civakê dixwin. Zexta ku di hilbijartina beriya niha de kiribûn, careke din dixin dewrê. Ji vê jî tê fêhmkirin, ku zexta bîat û serîtewandinê li gel tê kirin. 'NA' rabûna li ber bîat û serîtewandinê ye. Pêwîste gelê me û hêzên demokratîk bi vê zanibin û di asta herî bilind de tevlî dengdanê bibin.
Ji bo rabûna li ber vê destûra bingehîn a hemû nasname û baweriyan înkar dike, ji rabûna li ber qanûnên mêtîngeriyê, divê her kes di referandûmê de biçin ser sindoqan û dengê NA bi kar tîne. Ji bo li derveyî welat di navbera 27'ê Adar û 8'ê Nîsanê de dengê xwe di referandûmê de bi kar bîne, lazim e qeyd bê kirin.
Mirovên me yên li derveyî welat ji bo karibin dengê xwe yê 'NA' bi kar bînin, divê qeyda xwe çêbikin. Weke KCDK-E em bang li hemû meclîs û pêkhateyên xwe dikin, ku li hemû bajar û herêman bi beşdariya herî berfireh, platformên 'NA' ava bikin û lezgînî li navendên qeydkirinê, li qeyda hilbijêran bipirsin. Her kes vî karî dikare li mala xwe jî bike. Mirovên me yên ku ji vî alî ve pêwîstiya xwe bi alîkariyê hene, dikarin komeleya li nêzî xwe yan jî ji komîteyên 'NA' destekê bixwazin. Qeydkirin di 16'ê Sibatê de dest pê dike û di 26'ê Sibatê saet di 17:00 li gorî dema Tirkiyeyê diqede.
LÊPIRSÎNA LI QEYDA HILBIJÊRAN
Hilbijêr ji bo karibe li qeyda xwe bipirse, divê bikeve malpera www.ysk.gov.tr û di vê malperê de bikeve beşa qeyda hilbijêran. Di vê malperê de li aliyê çepê, li jor beşa Lêpirsîna li Hilbijêrên li Derveyî Welat heye. Pêwîste hilbijêr bikeve hundirê vê beşê, agahiyên li ser nasnameya xwe li vê meşê dagire û li qeyda xwe ya hilbijêriyê bipirse. Eger kes ne qeydkirî be, bi belgeyek ji nûmaraya nasnameya xwe ya TC divê serî li konsolosxaneya nêzî xwe bide û navnîşana xwe jê re ragihîne.
Divê neyê jibîrkirin, her dengê nehatiye bikaranîn, wê xizmetê ji faşîzma AKP-MHP'ê re bike. Her dengekî 'NA' jî wê bibe rabûna li ber dîktatorî û faşîzmê.
Weke KCDK-E em bang li gelê Kurd û hemû mirovên demokrat dikin, ku eger ne qeydkirî bin, qeyda xwe çêbikin. Û alîkariyê bide mirovê ne qeydkirî, ji bo qeyda xwe çêbike."