KCDK-E: Ji bo azadiya Rêber Apo em 7'ê Nîsanê dakevin qadan
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E bi bîr xist ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya ciwanan li gelemperiya cîhanê çalakî bên li darxistin û banga tevlîbûnê kir.
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E bi bîr xist ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya ciwanan li gelemperiya cîhanê çalakî bên li darxistin û banga tevlîbûnê kir.
Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) der barê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KCDK-E bal kişand ser sedemên êrîşên li ser Ocalan û ji bo çalakiyên 7'ê Nîsanê yên li welatên Ewropayê, Awûstralya, Afrîka, Japonya û Kanadayê banga tevlîbûnê kir.
KCDK-E'yê diyar kir ku planên dewletên kapîtalîst ên li ser Rojhilata Navîn ku bi komploya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan destpêkirin, bi erêkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê re dewam dike.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi xurtî li ber xwe dide û hate gotin, tecrîd û îzolasyona girankirî ya li ser Ocalan dewam dike.
KCDK-E diyar kir, çareseriya ku Ocalan ji bo Rojhilata Navîn afirand û projeya jiyana azad û wekhev a hemû nasname û baweriyan, paşverûtiya herêmî û hêzên navneteweyî aciz kiriye û got, "Hêzên navneteweyî xwestin di şexsê Rêber Apo de azadiya gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn dîl bigirin."
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên komploger ev 20 sal in Rêberê Gelê Kurd li Girava Îmraliyê di tecrîd û îzolasyoneke girankirî de digirin û hate gotin, "Armanca hêzên komploger dîlgirtina nêrîn û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e. Berxwedana Rêber Apo û gelê me pêşî li vê plana komplogeran girt. Dewleta Tirk ji ber ku nekarî xwe li vê rabigire, tecrîd û îzolasyona li ser Rêber Apo giran kiriye.
Bêdengiya saziyên navneteweyî ya li pêşberî dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk ên li Efrînê bi rengekî vekirî nîşan daye, ku komploya navneteweyî dewam dike. Tecrîd û îzolasyona li ser Serok Apo û dagirkerî û komkujiya li Efrînê ji aliyê heman têkiliyên qirêj ên berjewendiyan ve hatine organîzekirin.
Dewleta Tirk a mêtinger û serdestên ku qirkirinê li ser gelê Kurd ferz dikin divê zanibin ku ne bi dagirkirina Efrînê, ne jî bi dîlgirtina ronahiya Rojhilata Navîn û cîhanê Rêber Apo wê nikaribin asteng bikin. Paradîgmaya Rêber Apo bûye hêvî ku li çar aliyên cîhanê tê nîqaşkirin û qebûlkirin."
Di dawiya daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji bo rakirina tecrîdê û bilêvkirina daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd wê roja 7'ê Nîsanê li hemû welatên Ewropayê, li Japonya, Kanada, Awûstralya û Afrîkayê bi pêşengiya meş bên organîzekirin. KCDK-E bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku bi rengekî xurt tevlî çalakiyên 7'ê Nîsanê bibin.