KCDK-E: Ji bo azadiya Ocalan 6'ê Mijdarê em ê li Strasboûrgê bin

Dîwana Hevseroktiyê ya KCDK-E'yê ji bo çalakiya 6'ê Mijdarê ya li Strasboûrgê ya Fransayê banga tevlêbûna li çalakiyê kir.

Kongreya Civaka Demkratîk a Ewropayê (KCDK-E) têkilî çalakiya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê ji bo azadiya Ocalan 6'ê Mijdarê li Strasboûrgê bi dirûşma ''Azadiya Ocalan azadiya me ye'' wê çalakiyeke navendî were kirin. KCDK-E'yê bang li hemû gelan kir ku destekê bidin vê çalakiyê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Azadiya Ocalan ku ev 20 sal in li girava tecrîdê ya Imraliyê bi nehiqûqî tê girtin, azadiya me ye.

Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan, a ku pergala hiqûqê jineditî ve tê, armanc dike ku gelê Kurd û têkoşîna azadiya ya Kurd bişkîne û teslîm bigire.''

TECRÎDEKE NEDÎTÎ HEYE

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin, ''Ev 20 sal in li ser Ocalan tecrîd û îzolasyoneke bêmînak heye'' û hate gotin, ''Gelê me yê welatparêz û dostên me ku li dora berxwedana Rêberê Gelê Kurd Ocalan hatin cem hev û li ber xwe dan, ev komplo têk birin. Paradîgmaya Neteweya Demokratîk a li Kurdistan, Rojhilata Navîn û li cîhanê ji bo bawerî û nasnameyên cihê geş dibe.''

PARADÎGMAYA BI AZADÎXWAZIYA JINÊ ERDOGAN DITIRSÎNE

KCDK-E'yê got paradîgmaya bi azadîxwaziya jinê û wekhevîxwaz a li Rojava pratîze dibe û îro li hemû cîhanê eleqeyeke zêde li ser heye, Erdogan û hevkarên wî ditirsîne û pergalên netewdewletî yên yek reng ku tenê şer, komkujî, êş û hejariyê didin gelan ji bo vê li dijî ramana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şer ragihandin.

KCDK-E'yê bi berdewamî bal kişande rola hêzên navnetewî ya li ser tecrîda li ser Ocalan û got, ''Em dizanin ku vê tecrîdê ne tenê dewleta Tirk datîne. Helwesta hêz û saziyê navnetewî yên li ser vê babetê, bêdengiya wan, hêzê dide hikûmeta faşîst a AKP-MHp'ê. Herî dawî biryara DMME'yê ya ku hiqûqê siyasî dike destek û hêzê dide polîtîkayên şerê qirêj ê dewleta Tirk.''

BANG

KCDK-E'yê herî dawî got, ji bo şikandina konsepta qirker û şerxwaz a AKP-MHP'ê, ji bo şikandina tecrîda Imraliyê û azadkirina Ocalan, hewcehiyeke ku têkoşîn were geşkirin û bang li hemû Kurdistanî, demokrat û sosyalîstên Tirkiyeyeyî, nivîskar, rewşenbîr, gelên Asûr- Sûryan, Ermen, Laz, Çerkez, jin, ciwan, Elewî, Êzîdî, Xiristiyan, Misilman, demokrat û pêşverûyên Ewropayê kir ku 6'ê Mijdarê saet 10.00'an tevlî çalakiya ''Em Tecrîdê Bişkînin, Rêber Apo Azad Bikin'' bibin, ya li ber DMME, CPT û Konseya Ewropayê.