KCDK-E: Erdogan li Ewropa li pey provakasyona ye

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E: Erdogan li Fransa, Swîsre Belçîka û bi taybet li Elmanyayê li dijî hinek kesayetan plana sûîqastê, hinek cihên kar bişewitîne, li mîtîng û meşan komkujiyan bike û dixwaze vê jî bixe stûyê PKK’ê.

Dîwana Hevserokatiya KCKD-E daxuyaniyaek nivîskî weşand û diyarkir ku Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan li dijî îradeya xwedîderketina li berxwedana Efrînê ya derketî holê, ji bo berteraf kirina hêzên navnetewî li Ewropa li ser navê PKK’ê ketiye nava hinek helwdanan.

Daxuyaniya Dîwana Hevserokatiya KCDK-E wiha ye; “Dewleta Tirk ji bo ku gelê Kurd nebe xwedî statû û ji bo bi îradeya xwe avakirina bingehî ku xwe birêvebinin çênebe tam bi zîhniyetekî seferberiyê dixwaze polîtîkayek komkujî û qetilker bixe meriyetê. Bi xwedîkirina DAIŞ’ê û çekdayîna wê, tektîka şer a ji bo xistina Kobanê, dîplomasiya ku li qada navnetewî dike û herî dawî sedemê stratejiya dagirkeriya Efrînê jî ji ber vê ye.

Tevî ku plana dagirkerina Efrîne gelek bi rîske jî dixwaze vêya pêk bîne. Sûdgirtina ji şer û nakokiya di navbera DYA û Rûsya de, bêdengiya Îran, Sûriye û Iraqê ji ber heman sedemê û di heman demê de bi şêweyek din destûr dayînê êrîşî Efrînê kir. Li dijî vê hêzên QSD’ê û gelê Efrînê tam 35 roje berxwedanekî lehengî li dijî vê dagikerî-komkujî û qirkirinê didin nîşandan.

Serokkomarê Komara Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan destpêkê got ‘3 rojan’ , piştre ‘3 hefte’ , û piştre bi geşkirina têkoşînê re got: ‘Em ê li dem temaşe nekin, li neticeyê temaşe bikin’ û di nava vî demî de zanî ku gelê Efrînê ne pariyekî zeyîfe. Tevî hemû qirkirin û komkujiyên sivîlan gelê Efrînê li ber xwe dide. Berxwedana gel ya li Efrînê rêzdariyek mezina girt, hem li qada çapemeniya navnetewî de û rêxistinên civaka sivîl de. Tirkiye her ku diçe berbî kurahiyekî ne diyar ve diçe û hatiye rewşekî teşhir kirinê.

Ji bo piştevaniya gelê Efrînê re hemû sazî û rêxistinên civaka sivîl di vê mijarê de daxuyanî dan. Saziyên ku di qada navnetewî de xebat dikin diyar dikin ku artêşa Tirk a dagirker di rewşekî li dijî aşitiyê şer û komkujiyê esas digre de, ji ber van sedeman banga vegerandina ji dagirkeriyê kirîbûn. Em dixwazin bibêjin ku dewleta Tirk a dagirker li dijî berxawedana Efrînê ku hem li qada navnetewî de û hem jî li Ewropa îradeya gel ku derketî holê bişkêne û ketiye nava komplo û provakasoynên nû de.

Li Ewropa li gelek parlamentoyên welatan, wezîr, parlamenter û burokratan li dijî dagirkerî, komkujî û qetilkirina sivîlan ên ji aliyê artêşa Tirk çeteyên wê DAIŞ û El Nûsra ve daxuyaniyên şermezarkirinê dabûn û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku vê îradeya derketî holê û hêza navnetewî bertaraf bikin li Ewropa li ser navê PKK’ê ketiye nava hinek hewldanan û carek din me pêdivî dît ku em daxuyanî bidin. Li gorî îstixberata bi hêz û bi bawer a me girtî Erdogan li Fransa, Swîsre, Belçîka û bi taybet li Elmanya li dijî hinek şexsiyetn sûîqast plan dike, şewitaninda hinek cihên kar, li meş û mîtîngan komkujî pêk bîne û dixwaze bixe stûyê PKK’ê. Ev agahiya ku me girtî ji cihên bi bawerin û hinek gef ji hesabên tevna civakî yên girêdayî çeteyên Trik bi awayekî diyar eşkere dikin.

Divê hemû dewletên Ewropa û bi taybet hikûmeta Elmanya baş bizane, ne planek û stratejiyekî hemû partî û rêxistinên Kurdan û li ser navê Kurdan xebat dikin li Ewropa heye û ne jî xebatek bi vî awayî heye.

Em baş dizanin ku yê teror û terorîzmê li ser Kurdan dide kirin dewleta Tirk û Erdogan e. Gelek tetîkêş û sîxûr şandine Ewropa ji bo li dijî Kurdan teror û terorîzmê pêk bînin. Qetilkirina sê jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê mînaka vê ya herî zindî û ber bi çav e. Dîsa li Elmanya bi derketina gelek kujeran a ji aliyê dadgaha Elaman ve cezakirina wan ev rewş kir ku hê ber bi çav be.

Dewleta Tirk û Erdogan dixwaze têkoşîna Kurdan a rûmet a li Ewropa, dîsa bi çalakiyên terorî, kaos û krîmînalîzekirinê dixwaze têkoşîna azadiya Kurd bixe di nava xwînê de, mafê Kurdan tine bihesibîne û bêje; ‘Binêrin bê ka Kurd serî li şidetê dide, bê çawa mirovan û welatiyan dikujin’ ji bo li Ewropa toreke ya krîmînalîzekirinê bidin avakirin ketine nava hinek çalakiyên terorîstî, têkildarî vê mijarê em hemû welatê Ewropa û bi taybet hikûmeta Elmanya hişyar dikin. Hikûmeta Elmanya ya ku hişyariyên heta niha li ber çav negirtin, kir ku beriya demekê wesayîta lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî bê gulekirin, ji mirinê filitî, Niha jî Erdogan ketiye nava planên qirêj hinek welatiyên Tirk û hinek welatiyên Elman ji bo li welatên Ewropa li dijî hemwelatiyên wê çalakiyên sûîkastê pêk bîne.

Em baş dizanin ku Erdogan û dewleta Tirk çiqas xwedî karekterekî terorîstî ye. Bi vê boneyê di serî de em ji bo Elmanya, Fransa, Belçîka û hemû hikûmetên Ewropa dibêjin; eger ku hewldanên çalakiyên bi vî awayî bên kirin yekane berpirs dewleta Tirk û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan e. Em carekî din bang li gel û dostên xwe yên li Ewropa dijîn dikin ku têkildarî vê mijarê agahdar û bi hestyar tevger bikin. Em carekî din bi rûhê “Her cih Efrîn e, her cih Berxwedan e” banga geşkirina têkoşînê dikin.”