KCDK-E: Em xwedî li çalakiya li Strasboûrgê derkevin

KCDK-E û TJK-E bi biryar in ku heta encamê bigirin çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê bidomînin. KCDK-E ji bo mîtîngên 21-22'ê Mijdarê banga tevlîbûnê kir.

Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, ku ji bo CPT biçe serdana Îmraliyê û agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê girtin dest pê kiriye, kêm maye bibe mehek. Heta niha di serdan û hevdîtinên bi CPT û Konseya Ewropayê re encama tê xwestin nehatiye bidestxistin. Ji ber vê yekê jî KCDK-E û TJK-E bi biryar in ku çalakiyê bidomînin.

Bi navê Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî hate dayin û diyar kir ku tevlîbûna xurt û baldarî û ziyareta ji bo çalakiyê, desthilatdariya AKP-MHP'ê aciz kiriye. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Medya şerê taybet a Tirk ji aliyekî ve nûçeyên provokatîf û êrîşkariyê diweşîne, li aliyê din jî dewleta Tirk hewl dide zextê li endam û saziyên Konseya Ewropayê bike, ji bo pêşî li çalakiyê bigire."

'HETA KU ENCAM BÊ GIRTIN WÊ BIDOME'

KCDK-E got, "Azadiya Serok Apo azadiya me ye, ewlekariya wî ewlekariya me ye" û destnîşan kir ku heta daxwaza wan bi cih were anîn wê bi tevlîbûneke xurt û bi biryar, çalakiya xwe ya li Strasboûrgê bidomîne.

Daxuyaniya Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E wiha dewam kir: "Em bang li gelê xwe û saziyên dost ên Tirkiyeyî û Kurdistanî, rewşenbîr, akademîsyen û rojnamevanan dikin; bi ruhê sefeberiyê tevlî çalakiya me bibin ku meheke xwe dadigire. Em çalakiya xwe mezin bikin û bi vî rengî daxwaza xwe bi CPT û Konseya Ewropayê re bidin qebûlkirin. Ji ber vê yekê, di asta herî bilind de em tevlî mîtîngên xwe yên 21 û 22'ê Mijdarê saet di 11:00 de bibin û xwedî li Serok Apo derkevin.

PÎVAN XWEDÎDERKETINA LI OCALAN E

Pîvana îro ya welatparêzî, demokrat, sosyalîst, azadîparêziya jinê û wekheviyê, xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Ocalan e. Têkoşîna li dijî dîktator Erdogan ku bûye belayê serê Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn, bi xwedîderketina li azadiya Rêber Apo dibe ku rêberê paradîgmaya neteweya demokratîk e. Em bang li her kesî dikin ku wate û girîngiya vê çalakiyê bibînin û bi xurtî tevlî bibin.

TEVLÎBÛNA LI MÎTÎNGÊ GIRÎNG E

Tevlîbûna li mîtînga li Strasboûrgê wê CPT û Konseya Ewropayê hê zû bixe nava liv û tevgerê. Bi navê KCDK-E em bang dikin ku her kes tevlî çalakiya du rojan bibin û destekê bidin."