KCDK-E: Em biçin ser sindoqan, dîktatoriyê hilweşînin! 

Li hinek bajarên Ewropayê dengdana ji bo hilbijartinên Tirkiyeyê destpê kir. KCDK-E bang kir ku li hemberî dîktatoriyê bi giyana serferberiyê biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin.

Dîwana hevserokatiya KCDK-E’yê, piştî ku li hin welatên Eweropayê dengdanê destpê kir, îro daxuyaniyeike nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) de ev mijar derketin pêş:

"7’ê Hezîranê ji saet 9'ê sibehê û pê ve li Elmanya, Fransa û Awûstûryayê wê dengdan destpê bike û heta 19'ê Hezîranê li hemû welatên cîhanê bidome. Divê em dema xwe li gorî bernameyeke têkûz rêkûpêk bikin.

'HEKE EM BI ISRAR BIN EM Ê ENCAMÊ BIDEST BIXIN'

Divê em vê baş bizanibin ku heke em di moral, motîvasyon, ked û hewldanê de bi israr bin, em ê encamên baş bidest bixin. Divê em di wê zanebûnê de bin ku ev hilbijartin xwedî xisleteke diyarkirina çarenûsê ye. Di vê hilbijartinê de yan wê dîktatorî, yan jî azadî û demokrasiya nûnertiya gel û baweriyan dike bi ser bikeve. Lewre divê em mal bi mal, esnaf bi esnaf bigerin, di hêla mirovî û wijdanî de bang li her kesî bikin ku dengê xwe bidin HDP’ê. Bi dirûşma ‘Dengek her tiştî diguhere!’ heta 19’ê Hezîranê em bi hemû hêza xwe ve bixebitin. 

'DIVÊ KESÊ NEÇÛYÎ LI SER SINDOQAN NEMÎNE'

Em weke KCDK-E bang li hemû Kurdistaniyan; Ermenî, Tirk, Laz, Çerkes, Misliman, Elewî, Xirîstiyan, Asûrî, Sûryanî, ciwan, mixalif dikin; ji bo ku di vê hilbijartinê de em dîktatoriyê hilweşînin, hesabê Dayika Taybet, ê Cizîr, Sûr, Efrînê; Madimak, Gurgum û Pirsûsê bi giyana Geziyê bipirsin û dîktatoriyê rawestînin, divê em dengên xwe bidin. 

Gotina 'Bi dengê min tiştek çênabe' xizmeta polîtîkayên Erdoganê dijminê Kurdan dike. Ji bo wê divê her yek ji me weke Selahattîn Demîrtaş û namzetekî/e parlementeriyê, ji bo serxistina vê hilbijartinê xwe bigihînin her kes û deverê û bibin ser sindoqan ku dengê xwe bidin.

Divê her kes nas, xizm, heval û hogirên xwe li devera lê dijî bixe nav seferberiyê."