KCDK-E: Divê statûya xweser a Şengalê were naskirin

KCDK-E’yê êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên 3’yê Tebaxa 2014’an ên ser Şengalê, bi rengê ‘jenosîda mirovahiyê’ bi nav kir û xwest ku statûya Êzîdiyan were naskirin.

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) di salvegera 4’an a êrîşên qirkirinê de daxuyaniyek da. Dîwana Hevserokatiyê got, "Çeteyên barbar ên DAÎŞ’ê ku dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdoganê dîktator û hêzên paşverû yên herêmê mezin kirin û geş kirin, 3’yê Tebaxa 2014’an êrîş birin ser Şengalê û jenosîd kirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev jenosîda li ser Kurdên Êzîdî hatî kirin, bi rengê şerma herî mezin a sedsala 21’ê tevlî nav dîrokê bû. Ev trajediya li Şengalê li ber çavê hemû cîhanê çêbû, rêveberiya PDK’ê jî çavê xwe girt û zemîna êrîşê ya çeteyên DAÎŞ’ê wiha hate avakirin."

KCDK-E’yê Êzîdiyên ku dema qirkirinê hatin revandin, kuştin û li bazara koleyan hatin firotin bi bîr xist û got, "Ev drama ku bi gelê me dane jiyîn li gel ku li ber çavê cîhanê çêbû jî, hê jî cîhan bêdeng e."

KCDK-E’yê bi bîr xist ku li dijî qirkirinê hêzên HPG’ê, YJA STAR, YPG û YPJ’ê fedkariyeke mezin kirine, berevanî li gelê Êzîd kirine û got, "Vê lehengiya mezin jiyana bi hezaran Kurdên  Êzîdî rizgar kiriye."

KCDK-E’yê got ji bo ku ev komkujî nebe YPŞ û YJŞ mîna hêzên parastina gewherî hatine avakirin û domand, Êzîdî li dijî komkujî û êrîşên nû pergala xwerêberiyê ava kirine.

KCKD-E’yê wiha got, "Talokeye li ser Şengalê hê bi dawî nebûye" û domand, "Mêtingeriya Tirk êrîşên xwe yên ku ne kêmî yên DAÎŞ’ê ne û gefên xwe didomînin. Dîktator Erdogan li ser zemîna dagirkirina Başûrê Kurdistanê tişta ku DAÎŞ’ê pêk neanîn dixwaze pêk bîne."

Di daxuyaniyê de ev hatin gotin: "Şerma sedsalê ya li ber çavê hemû cîhanê pêk hatî em şermezar dikin. Di serî de Neteweyên Yekbûyî divê hemû mirovahî vê jenosîdê nas bike û helwesta hewce nîşan bide. Divê statûya Şengalê ku yek ji cihê pîroz ê Êzîdiyan e, were naskirin. Divê parastina gewherî û vîna xwerêveberiyê ya gelê Şengalê, ya ji bo parastina xwe ava kirine, were naskirin.

Em KCDK-E li dijî vê jenosîda ku 3’yê Tebaxa 2014’an pêk hatî, bang li gelê xwe dikin bi biryardarî rawestin. Em bang dikin ku zêdetir li Şengalê xwedî derkevin û çalakiyên xwe geştir bikin. Peywira rûmetê ye ji bo hemû Kurdan ku li xwerêveberiya Şengalê xwedî derkevin.

Em KCDK-E, TJK-E û saziyên Êzîdiyan bang li hemû sazî, gelê xwe yê li Ewropa, Kanada, Japonya û Avûstûryayê dikin, bang li wan hemû kesan dikin ku ji xwe re dibêjin, ‘em mirov in’ tevî çalakiyên xwe yên şermezarkirinê û bîranîna şehîdan bibin ku 3’yê Tebaxê saet 18.00’an li navenda bajaran em ê bikin."