KCDK-E: Divê gelê me û saziyên navneteweyî bikevin nava tevgerê

KCDK-E, ji malbatên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest û banga piştevaniyê kir.

Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), ji ber erdheja li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di peyama KCDK-E de bal hate kişandin ser bîlançoya erdhejê û bang kir ku bi lezgînî alîkarî were kirin.

Di peyama KCDK-E de ev bang hate kirin: "Encamên madî û manewî yên erdhejê tê payin ku di rojên pêş de zelal bibin. Divê hêzên navneteweyî ji bo alîkariyê bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê.

Bila rehma Xwedê li mirovên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane be û em ji birîndaran re şîfa xêrê dixwazin.

Em bang li tevahiya gelê xwe bi taybetî Kurdistaniyên li Ewropayê û saziyên navneteweyî dikin ku bi lezgînî alîkariya madî û manewî bide gelê me yê mexdûr bûye."