KCDK-E, Cejna Paskalyayê pîroz kir
KCDK-E bi daxuyaniyeke cejna Paskalyayê pîroz kir û got ‘Bingehê wekhevî û azadîyê ya Paskalyayê li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve dibe hedef.’
KCDK-E bi daxuyaniyeke cejna Paskalyayê pîroz kir û got ‘Bingehê wekhevî û azadîyê ya Paskalyayê li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve dibe hedef.’
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E îro ji bo Cejna Paskalyayê ya cîhana Xrîstiyanan daxuyaniyeke nivîskî weşand û cejna Paskalyayê pîroz kir.
KDCK-E di daxuyaniyê de got Mezopotamya cihê ku mirovahî û bawerî lê pêşketî, bihêz bûye û jiyana hevpar ên cuda lê hatiye avakirin. Li Efrînê bi sîstema jiyana hevpar, azad, wekhevî, bawerî û nasnameyên cuda yên Pasklayayê hebû.
‘LI DIJÎ ZIHNIYETA YEKPEREST, DIVÊ EM LI BER XWE BIDIN’
KCDK-E diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze hişmendiya DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê ava bike û got; “Li dijî vê hişmendiya yekperest, qirker di serî de kesên baweriya Xiristiyan, hemû beşên din ên baweriyê bi berxwedanê têbikoşin.”
KDCK-E di dawiya daxuyaniyê de Cejna Paskalyayê li cîhana Xirîstiyan pîroz kir û wiha got; “Bi baweriya ku aşitî, biratî û azadî li hemû cîhanê bê avakirin, em cejna Paskalyayê li cîhana Xirîstiyanan pîroz dikin.”