KCD û DBP’ê li Sêrtê bi gel re civiyan

​​​​​​​Şandeya KCD’ê û DBP’ê ya ku li Sêrtê bi gel re civiyan, diyar kir ku wê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li kaosê bê û peyama “Kî/ê çi dibêjin bila bêjin, em li mala xwe narûnin.”

Şandeya ji Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevseroka DBP’ê Salîh Aydenîz pêk dihat çûn Sêrtê û li avahiya rêxistina HDP’ê civîna gel lidar xistin. Gelek welatî beşdarî civînê bûn. Di civînê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê deqeyek rêz hate girtin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku 100 sal in li Kurdistanê şer didiome û dîsa wek sed sal berê tê xwestin ku li Kurdistanê hegomonya bidome. Aydenîz bal kişand ser modela çareseriya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û îro her ku ev model dikeve meriyetê li dijî wê şer tê kirin. Aydenîz anî ziman ku desthilatdar li ser dijminatiya Kurdan hatiye avakirin û pêwîste gelê Kurd li dijî her cûre êrîşên ser çand, statû, ziman û hebûna xwe derkeve û têkoşîna xwe mezintir bike.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî destnîşan kir ku yekane çareseriya li dijî her cûre zext, êrîş û girtina li ser Kurdan yekîtiya neteweyî ye û got: “Pêwîste êdî Kongreya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd bicive. Her ku em daxwazên xwe tînin ziman bi operasyonan bi ser KCD’ê ve tên. KCD tê krîmînalîzekirin. KCD 13 sal in xebatên xwe didomîne. Lê niha çima hat îlegalîzekirin. Dewletê dît ku KCD alternatîfekê diafirîne ji ber vê yekê jî zextan zêde dike. Armanca KCD’ê ew e ku civakê li ser zemînek demokratîk bigihîne hev. Dewletê ferman da Dadgeha Bilind û KCD’ê îlegal ragihandin. Armanca dewletê ew e ku her kesî bêdeng û bêzar bike.”

Piştî axaftinan civînê ji çapemeniyê re girtî dewam kir. Şande piştî civînê jî serdana welatî û esnafên Sêrtê kir û li rewşa xelkê û esnafan pirsî.