KCD: Pevçûnên navbera malbatan ne tesaduf e

KCD: Pevçûnên navbera malbatan ne tesaduf e

KCD’ê der barê pevçûnên navbera malbatan ya li Kurdistanê di rojên dawî de zêde bûne de bang li rêxistinan kirin ku bila pêşî li van pevçûnan bigirin.

KCD’ê bi armanca balê bikişîne ser pevçûnên rojên borî yên navbera malbatan daxuyaniyek da û bang li dînamîkên civakî û rêxistinan kir ku bila li dijî vê bikevin nava tevgerê.

Di daxuyaniyê hate diyar kirin ku têkoşîna azadiya kurd ya li dijî înkar û îmhayê ev 40 sale didome û di heman demê de nirxên civakî yên wekhev derxistiye holê.

KCD’ê da zanî ku di meha dawî de ligek bajarên kurdan di navbera malbatan de pevçûn derketiye û hev û din qetil dikin. KCD’ê wiha got: “Ev bûyer li pey hev li Muş, Bismil, Hezro û Êlihê pêk hatin. Ev ne tesaduf e. Sedema wê çi dibe bila bibe,şerên wida gelê kurd bê îrade dihêle û ev jî ji pergalê diqewime.

KCD’ê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di van rojên ku xebatên li hevkirina civakî û yekitiya Netewî tê meşandin de şer û pevçûnên wisa xetereyê mezin didin pêş me.  Di van rojên ku em ji bo pêşeroja azad a gelê xwe pêngavan davêjin de, bi van pevçûnên paşverû wendahiya can ji bo me êşeke mezine. Ev pevçûnên wisa ji bo yekitiya netewî xetere.

Di evê esasê de em bang li hemû rêxistinan dikin ku pêşî li van bûyeran bigirin.”