KCD: Li Efrînê em nikarin bihêlin ku Helepçeyeke din bibe

KCD’ê Komkujiya Halepçeyê şermezar kir, diyar kir ku hişmendiya komkuj îro li Efrînê didome û got, ‘’Divê em destûrê nedin ku Halepçeyeke dî pêk were.’’

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di salvegera komkujiya Helepçe de daxuyaniyeke nivîskî da, bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê û got divê destur neyê dayin ku Helepçeyeke dî bibe.

‘DÎROKA GELÊ ME BI KOMKUJIYAN TIJÎ YE’

Daxuyaniya KCD’ê wiha ye:

Dîroka sedsala dawî ji bo gelê me, bi komkujî û jenosîdên bêhejmar ên ji hêla dewletên dagirker ve pêk hatine re tijî ye. Ev sedsal di heman demê de di aliyê gelê me de ji bo hebûna xwe biparêze û azadiya xwe misoger bike, bûye dîroka lehengî, berxwedanê.

Di ser komkujiya Helepçê ya ku di dîroka mirovahiyê de bûye deqeke reş û tu caran ji bîr nabe de 30 sal derbas bûn. Komkujiya Helepçê ya ku di şexsê gelê Kurd de li hemberî mirovahiyê û hemû nirxên mirovahiyê pêk hatiye, wekî sûcê mirovahiyê di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girtiye.

‘KOMKUJIYA HELEPÇE BI QIRKIRINA EFRÎNÊ RE KÛRTIR BÛYE’

Dîktatoriya Sedam di encama bikaranîna hemû cûre çekên kimyewî û biyolojîk de zêdetirî 5 hezar Kurdên sivîl û bêparastin bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ligel ku di ser vê komkujiyê de sîh sal derbas bûne jî hêj ew texîbat û birîna wijdanî ya di nava mirovan de vekiriye ji holê ranebûye. Ev yek bi qirkirina Efrînê re kûrtir bûye.

‘KOMKUJIYA HELEPÇE NE YEKEMÎN E Û NE YA DAWÎ’

Komkujiya Helepçê, ne komkujiya yekemîn a ji hêla dewletên dagirker ve li ser gelê me hatiye meşandin û ne jî ya dawî ye. Ev pêkanîn û polîtîkayên di çaryeka sedsala 20’emîn de hat destpêkirin, niha bi awayekî kûr û dijwartir tê meşandin. Ev stratejiya bi armanca tunekirin û qirkirinê hatiye destpêkirin her tim tê nûjenkirin. Koçgirî, Agirî, Zîlan, Darahênê, Gurgum, Qamişlo, Gazî, Roboskê, Şengal, Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopî, Şirnex û gelek bajarên din ên Kurdan hatin wêrankirin û bi armanca qirkirinê komkujiyên mezin pêk anîn.

Di roja me de li Efrînê bi heman armancê li hemberî hebûn û nirxên gelê Kurd êrîşên dagirkirin, tunekirin û qirkirinê dane destpêkirin.

Êdî derketiye holê ku ev dewletên dagirker ên ku ev polîtîkayên qirkirin û komkujiyê dimeşînin, di bin çavdêrî, bi piştgirî û hêzdayîna hêzên emperyal pêk anîne.

‘HÊZÊN EMPERYALÎST DUH LI HELEPÇE Û NIHA LI EFRÎNÊ ŞÎRIKÊ KOMKUJIYAN IN’

Hêzên emperyalist ên navneteweyî, duh li Helepçê îro jî li Efrînê bûne şirîk û hevkarê sûcê şer ên van komkujiyan.

Hemû mirovahî zanin û bûne şahidê rastiya ku gelê Kurd di dîroka xwe de bi gelek qirkirinan re rû bi rû mane û ligel vê yekê jî tu caran paşde gav neavêtiye û teslîm nebûye. Îro berxwedana li Efrînê tê meşandin, nîşanî her kesî daye ku bawerî û girêdana azadiyê di asta herî bilind de dijî.

Berxwedana Efrînê, di dinyayeke ku mirovahî lê hatiye wendakirin û qirêjkirin de, li ser navê hemû mirovahiyê li hemberî çeteyên mîna DAIŞ’ê têdikoşe û li ber xwe dide.

BANGA LI NY, YE Û SAZIYÊN NETEWEYÎ: LI EFRÎNÊ XWEDÎ DERKEVIN

Bi vê bîr û baweriyê em careke din di 30’emîn salvegera vê komkujiyê de Komkujiya Helepçê lanet dikin. Ji bo li Efrînê komkujiyeke nû ya wekî Helepçê pêk neyê, di serî de bang li gelê xwe, hemû civakên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û hemû saziyên navneteweyî dikin ku bi gelê Efrînê re di nava tevkariyê debin û xwedî li gelê Efrînê derkevin.

Divê civaka navneteweyî nehêle ku Efrîn bibe Helepçeya nû û destûrê nedin vê yekê.’’