KCD: Hişmendiya li Meraşê li Kurdistanê dikuje

KCD'ê diyar kir bi Komkujiya Meraşê re li dijî Kurdan û Elewiyan sûcê mirovahiyê hatiye kirin û ev sûc li Kurdistanê ji hêla dewletê ve têne dubarekirin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkilî salvgera Komkujiya Meraşê îro daxuyaniyeke nivîskî da.

KCD'ê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser komkujiyên li Kurdistanê û li ser  nasnameyên din û got, ''Dîroka vê sedsalê li Kurdistanê û Tirkiyê ya li dijî nasname, bawerî, çand û rengên jiyanê yên cuda'', ''bi trajediyên mezin ên mirovahiyê tije ye''.

'KURD Û ELEWÎ KIRN HEDEF'

Bi berdewamî hate gotin ''Li gel ev qas tiştên ku hatine jiyîn û trajediyan jî di vê sed salê de, ji bo ku ev jiyanîn dubare nebin li Kurdistanê û Tirkiyê derfet hene ku li ev sedsal bi jiyaneke bi aştî, demokratîk, dadmend, wekhev û hemû nasname bikaribin bi azadî, bi ronkahî bijîn. Bendewariya gelên me, hewcehî û rastiya berdest a  Rojhilata Navîn jî van geşedanan ferz dike.''

Têkilî Komkujiya 19'ê Kanûnê ya 1977'an a Meraşê jî KCD'ê got, bi komkujiyê hatiye xwestin ku, ''Daxwazên netewî yên Kurdan, têkoşîna demokratîk a beşên cuda ên li Tirkiyê were tasfiyekirin û ji bo vê jî li dijî welatiyên me yên Kurd û Elewî sûcê mirovahiyê û komkujî hatine kirin.''

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, ''Komkujiya Meraşê di serî de li dijî Kurdan û civaka Elewî li Tirkiyê li dijî hemû derdorên ku jiyaneke mirovî û demokratîk xwestine , ne komkuijiya pêşî û ne jî ya dawî ye. Li djî gelê me û Elewiyan li Dara Hênê, Dersim, Agirî, Zîlan, Koçgiriyê komkujî hatine kirin û ev komkujî li Meraşê, Çorum, Sêwas, Gazî, Amed, Koçgirî, Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Enqerê û gelek deverên din hatine dubarekirin û domdarkirin.''
KCD'ê diyar kir ên ku komkujî kirine têne parastin û ji bo dahatuyeke ewle bal kişande ser girîngiya  têkoşîna hevpar.