KCD: Hilweşandina kana Şirnexê ne qeza ye, cînayet e

Kongreya Civaka Demokratîk têkildarî hilweşandina kana komirê ya Şirnexê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku ‘Ev bûyer ne qeza ye, cînayet e.’

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî hilweşandina madena komirê ya Şirnexê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku ‘Ev bûyer ne qeza ye, cînayet e û berpirsê vê cînayetê jî AKP’ê ye.’

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin;

"Siyaseta hikumeta AKP’ê ya li ser rantê hatiye avakirin, ji ber şert û mercên xebatê, ewlehiya kar, kêmaniya kontrolkirinê li Kurdistan û Tirkiyeyê her roj rê li ber pirsgirêkên civakî vedike. Her wiha berdêlên giranbuha tên dayîn û jiyana mirovan dixe xeteriyê. 
Roj derbas nabe ku li Kurdistan û Tirkiyeyê bi awayekî trajîkomîk ev yek xwe dubare neke û sedemên wekî 'avahiyên qaçax, kanên qaçax û xebitandina karkerên qaçax û hwd.' bûne parçeyek ji jiyana me. Ji ber vê yekê bi dehan mirov jiyana xwe ji dest didin û bi dehan ji wan jî bi giranî birîndar dibin.

Dagirkeriya heyî ku ajoyên xwe li ser mezinkirin û dewlemendiya xwe çêkirine û ji bo ranta xwe zêde bike bi hişmendiya “qaçax” tevdigere. Ev sîstema zordar û talanker êşên mezin bi kedkaran didin kişandin, xîzanî kiriye para wan û canê wan distîne.

Herî dawî li Şirnexê di kana madenê ya ku tê gotin “qaçax e”, ev bûyer pêk hat û ev bi xwe cînayet e.

Berê jî ji ber heman hişmendiyê kanên madenê yên ku bi dehan kedkar lê jiyana  xwe ji dest dabûn vekirin û ev yek rê li ber cînayeta ku di 17’ê Cotmeha 2017’an de vekir.

Tu kes nikare ev bûyera ku li Şirnexê di kana komirê qewimî û 7 mirovên me tê de jiyana xwe ji dest dan wekî “qezayê” bigire dest û wisa sivik nêzîkî vê bûyerê bibe. Berpirsê vê ji serî heta binî kesên xwe li ser mêtina kedê didin jiyîn û desthilatdarên hikumeta AKP’ê ne. Ji ber vê yekê divê hikumeta AKP’ê hesab bide kedkaran û gelê me.

Li ser vê rastiyê, em pêkanîn, hişmendî û ranta sîstema dagirker lanet dikin.

Ji ber vê bûyera dilsoj em dibêjin rehma Xwedê li kedkarên jiyana xwe ji dest dane be û şîfayê ji birîndaran re dixwazin. Bila serê malbat û gelê me sax be."