KCD: Em Seyîd Riza û rêhevalên wî bi bîr tînin

Kongreya Civaka Demokratîk Pêşengên Berxwedana Dersimê Seyîd Riza û rêhevalên wî yên ku bi wî re hatin îdamkirin, bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anî.

Kongreya Civaka Demokratîk Pêşengên Berxwedana Dersimê Seyîd Riza û rêhevalên wî yên ku bi wî re hatin îdamkirin, bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anî.

Daxuyaniya KCD’ê wisa ye:

“Îro salvegera 79’emîn a îdambûna Seyîd Riza û rêhevalên wî ye.

Komkujiya Dersimê ya ku di dîroka mirovahiyê de deqeke reş e bûye nîşana barbarî û hovîtiya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan. Di komkujiya Dersimê de bi hezaran jin, ciwan, kal û pîrên Kurd bi awayên hovane hatine qetilkirin, bi deh hezaran zarokên Elewî hatine sirgunkirin û ji warên xwe hatine dûrxistin.

Dewleta Tirk tu carî bi sûcên ku wê kiriye re, rû bi rû nemaye. Gelê me yê Elewî di serî de, daxwaza hemû mirovayetiyê ev e ku Dewleta Tirk sûcên ku kiriye qebûl bike, ji ber van sûcan lêborîna xwe bixwaze û cihê gora Seyîd Riza û rêhevalên wî eşkere bike.

Dewleta Tirk sed sal in ku li dijî hemû gel û baweriyan qetlîam kiriye. Komkujiyên Mereş û Sêwasê jî bûne dûmahîka Komkujiya Dersimê. Di heman demê de qetlîamên Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Silopiyê jî bûne dûmahîka heman polîtîkaya qirkirinê.

Lê neviyên Seyîd Riza, jin û ciwanên Kurdistanê berxwedana wan a qehremanî ji xwe re kiriye mînak û li ser şopa wan têkoşîn û berxwedaneke mezin derxistiye holê.

Em careke din di şexsê Pîr Seyîd Riza û rêhevalên wî de hemû şehîdên ku hatine qetilkirin, bi bîr tînin.”