KCD-E û TJK-E: Em ê nehêlin careke din komkujiya Mereşê biqewime

KCD-E û TJK-E, têkildarî projeya avakirina qada rêxistinbûyîna çeteyan li Mereşê, ku di bin navê 'kampa penaberan' de pêşkêşî raya giştî tê kirin, daxuyaniyeke weşandin.

KCD-E û TJK-E di daxuyaniya hevpar a li ser mijarê de gotin, "Di sala 1978'an de li hemberî Sersorên Kurd li Mereşê qirkirineke mezin hat kirin. Bi plansaziya hêzên dewletê re hefteyekê li hemberî Kurdên Elewî komkujî û talan hat kirin. Piştî vê pêvajoya ku Kurdên Sersor bi hovane hatin qetilkirin, ên mayî jî bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin derxistin, herêm ji mirovan hat xalîkirin. Tevî ku bi dehan kes hatin qetilkirin, bi sedan kes birîndar bûn û bi hezaran kes hatin sirgûnkirin jî mirovekî bi tenê jî nehat cezakirin. Bileks hin ji kiryaran bûn parlamenter, hin jê li nava mekanîzmayên dewletê hatin bicihkirin û bi vî rengî xelat ji wan re hat dayîn. Komkujiya Mereşê û bûyerên piştî wê qewimîn şerma Tirkiyeyê ye û birînek vekirî ye."

Di daxuyaniya hevpar de hat ragihandin ku bi polîtîkayên tehcîrê yên bi komkujiya 1978'an destpê kirin re, beşeke mezin a Kurdên Elewî neçar man koçî derveyî welat û metropolên Tirkiyeyê bikin û hat gotin, "Niha jî tê xwestin navçe, gundn û gundikên Mereşê bi temamî werin valakirin û herêm ji Kurdan bê xalîkirin. Xuya ye ev polîtîkayeke dewletê ye."

'BINGEHÊ JI BARBARÊN DAIŞ'Ê RE AMADE DIKIN'

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Projeya dewletê ya di Komkujiya Mereşê ya 1978'an de temam nebû, di sala 2016'an de tê xwestin bi destê Erdogan û AKP'ê were temamkirin. Hînê duh bi destê dewletê, di sala 1978'an de komkujî li Elewiyan hat kirin. Îro jî bingeh tê amadekirin ku ev polîtîka bi destê barbarên DAIŞ'ê yên timî Elewiyan hedef nîşan didin, bê kirin.

Li ser çeteyên DAIŞ'ê yên hatin zevtkirin nexşeyên gund û wargehên Elewiyan derketin holê. Ev yek jî nîşan dide bê xeterî çiqasî mezin e. Her wiha hin kesên nasname nediyar li gundan digerin û ji bo gundên Kurdên Elewî dibêjin 'çima li vir mizgeft nîne'. Ev yek, hewldana komkujiyeke duyemîn a Mereşê tîne bîra mirovan. Ev hemû dane û rewşa heyî, işaretê bi xeteriya mezin dike.

Li herêma taxa Sîvrîcehoyuk a weke Teroyên Jêrîn a ser bi navçeya Mereş Dûlkadîroglûyê, tevî ku gelê herêmê li dij derdikeve jî bi israr tê xwestin Kampa Penaberan a AFAD'ê ya ji bo 27 hezar penaberan were çêkirin. Ev yek nîşan dide ku endîşeyên me çiqasî mafdar in.

Ji xwe beriya niha dewleta Tirk gelek caran komkujî û sirgûn anî serê Kurdên Elewî. Tevî komkujiyan bi polîtîkayên asîmîlasyonê re xwest Sersorên Kurd bi temamî tine bikin. Li xaka Kurdên Elewî yên mîna Mereş, Koçgirî, Dêrsimê, heman polîtîka hatin meşandin. Polîtîkaya îro li Mereşê tê meşandin jî dewama polîtîakya tinekirin û asîmîlekirinê ye. Bêguman ev yek ji polîtîkayên qirkirinê yên li bajarên din ên Kurdistanê cuda nîne. Wehşeta li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Silopiyayê kirin, niha dixwazin bi rengekî cuda li Mereş-Pazarcixê bikin."

BANGA LI MEREŞIYAN Û RAYA GIŞTÎ

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Ji ev qirkirina ji aliyê dewleta AKP'ê ve hatiye destpêkirin bê sekinandin, divê Mereşî û tevahiya gelê me yê li Ewropayê dijîn hişyar, baldar bin û dengê xwe bilind bikin. Em ê nehêlin careke din komkujiya Mereşê biqewime. Em bang li raya giştî dikin ku nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide."