KCD’ê Seyid Riza û hevalên wî bibîranî
KCD’ê Seyid Riza û hevalên wî bibîranî
KCD’ê Seyid Riza û hevalên wî bibîranî
KCD’ê 76’emîn salvegera darvekirina Seyid Riza û hevalên wî, ew bibîranîn. KCD’ê da zanîn ku hêj gorên wan ne diyarin û wiha got: “darvekirinên 76 sal berê pêk hatin, têkoşîna gelê kurd paşde nexistiye. Îro li Îranê jî serdestên xwe li polîtîkaya darvekirinê gerandine, xuyaye ji bûyerên dîrokî ders dernexistine.”
KCD’ê daxuyaniyek nivîskî da û Seyîd Riza û hevalên wî ku 76 sal berê hatin davekirin bibîranî. KCD’ê anî ziman ku dîroka komarê dîroka komkujî û xwînêye û wiha pê de çû: “76 sal berê artêşa komarê bi ser Dêrsimê de sefer pêk anî û her der tar û mar kirine û komkujiyek pêk anî. Bi hezaran kurd hatin qetilkirin, jin hatine revandin. Rêberê wan Seyid Riza jî birin sêdarê.”
KCD’ê wiha berdewam kir: “Ligel ku di ser de 76 sal derbas bûye jî, hêj di bin hişê gelê kurd cihê xwe diparêze. Gora Seyid Riza û hevalên wî hêj gorên wan ne diyarin. Nasname, ziman û navê Dêrsimê hêj qedexeye. Gelê kurd têkoşîna azadî û hebûnê dide. Lê divê ev rastî bê ziman, têkoşîna gelê Dêrsîmê îro wek têkoşîna bakur, başur û rojva û rojhilat didome.
Têkoşîna gelê kurd bi pêkanînên 76 sal berê paşde neçûye. Îro li Îranê serdestan ders dernexistiye. Ev jî rastiyek. Em di salvegera wan de careke din bibîr dixin ku; darvekirin têkoşîna gelê kurd paşde naxîne. Em wan careke din bi rêz bibîrtînin.”