KCD'ê şehîdên aştiyê yên 10'ê Cotmehê bi bîr anî
KCD'ê komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê şermezar kir û ragihand, ku êrîş û komkujiyan ti carî nekarîne hêviya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bişikîne.
KCD'ê komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê şermezar kir û ragihand, ku êrîş û komkujiyan ti carî nekarîne hêviya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bişikîne.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi wesîleya 2. salvegera komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Gara Enqereyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr xist, ku di êrîşa bombeyî de 103 têkoşerên azadî û aştiyê jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Komkujiya 10'ê Cotmehê her çiqasî ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve hate kirin jî derket holê ku ji ber hikûmeta AKP'ê û hêzên ewlehiyê ew parastin û çavên xwe ji kujeran re girtin ev komkujî pêk hat."
KCD'ê diyar kir, ku komkujiya Enqereyê dewama komkujî û êrîşên bombeyî yên DAIŞ'ê li Amed û Pirsûsê pêk anîn e û xuya ye ku ev komkujî jî weke yên din bi awayekî plankirî pêk hatiye.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Êrîş, zext, lînckirin û hewldanên komkujiyê yên di pêvajoya 7'ê Hezîranê de li hemberî buro, mîtîng û gelê me yên metropolan hatin kirin, di bingeha xwe de li hemberî demokrasiya Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bûn. Ev êrîşên bi heman demên re pêk hatin û komkujiya 10'ê Cotmehê wekî hovîtiyekê di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girt.
Heta niha lêprisîneke cidî li kujerên komkujiya 10’ê Cotmehê, rayedarên dewletê yên ku çavên xwe ji vê komkujiyê re girtine nehatiye vekirin. Ev jî nîşan dide ku komkujiya 10'ê Cotmehê encama projeyeke plankirî pêk hatiye.
Komkujî û êrîşên li ser Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopî, Şirnex, Hezex, bajar û navçeyên kurdan pêk hatin, bi sedan kurdên sivîl di jêrzemînan de hatin qetilkirin û bajarên me yên hatin wêrankirin û hilweşandin nîşan dide ku bi awayekî sîstematîk pêk anîne.
Lê belê rastiyeke din tê zanîn heye; ne gelê Kurd, ne jî hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê li hemberî van komkujiyan bêzar nebûne, neketine nava bêhêviyê û tirs nexistiye nava wan. Li hemberî vê vîna wan xurtir bûye û biryariya wan a têkoşîna azadî û demokrasiyê jî mezintir kiriye.
Bi vê bîr û baweriyê em careke din soza daye şehîdên demokrasiyê re dubare dikin.
Bi vê wesîleyê careke din komkujiya 10'ê Cotmehê lanet dikin. Şehîdên demokrasiyê yên di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û tenduristiya birîndaran jî rojek beriya rojekê baş bibe."