KCD'ê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir
KCD'ê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir
KCD'ê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir
Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk, salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, "Em hêvîdar in ku wê sala 37. a damezrandina PKK'ê bibe wesîleya jiyaneke bi hev re ya gelan a bi awayekî azad."
Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî, salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir.
Di daxuyaniya KCD'ê de ev xal hat destnîşankirin: "PKK a bi pêşengiya mûxatabê esasî yê pêvajoya çareseriya demokratîk da destpêkirin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îro li Rojhilata Navîn ji bo hemû ziman, nasnameyên herêmê li dijî çetetiya DAIŞ'ê têdikoş e û bi vê têkoşîna xwe ya li ser navê mirovahiyê dimeşîne re, careke din rewatiya xwe nîşan daye. Di demeke bi vî rengî ya muzakereyê de PKK'ê baweriya gelan qezenç kiriye. Lê belê welatên Yekîtiya Ewropa û DYA hînê PKK'ê di lîsteya 'terorê' de radigirin û em bang li hemû dewletên pêwendîdar dikin, ku dest ji vê polîtîkayê berdin.
Li ser vê bingehê, em careke din baweriya xwe ya bi pêvajoya çareseriyê û muzakereya Birêz Ocalan daye destpêkirin û PKK aliyekî vê ye, dubare dikin. Em hêvîdar in ku wê sala 37. a damezrandina PKK'ê bibe wesîleya jiyaneke bi hev re ya gelan a bi awayekî azad."