KCD'ê ji bo jinên Êzidî yên hatine revandin banga seferberiyê kir

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi wesîleya salvegera çaremîn a Qirkirina Şengalê ya 3'ê Tebaxa 2014'an peyamek weşand.

KCD'ê ji bo êrîşên qirkirinê yên li Şengalê got, "Şerm û sûcê herî mezin ê serdema me ye ku li dijî mirovahiyê hatiye kirin."

Daxuyaniya KCD'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"4 sal berê di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi teşwîq û parastina paşverûyên Rojhilata Navîn DAÎŞ’ê êrîşî cîh û warê pîroz û qedîm Şengalê kirin û li ser civaka êzidî komkujiyeke mezin pêk anîn. Bi hezaran jinên Êzidî ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin, kirin kole, li bazaran firotin û bi îşkenceya zayendî- destdirêjiyê re rû bi rû man. Bi sedhezaran Êzidî ji neçarî cîh û warên xwe yên pîroz terk kirin û li Rojilata Navîn û Ewropayê belav bûn. Li wargehên ku lê hatine bicîhkirin di nava şert û mercên dijwar 

Zilma li Şengalê li civaka Êzidî û bi taybetî li jinan hatiye kirin sûcê mirovahiyê ye û şerma herî mezin a vê serdemê ye.

Civaka Êzidî ya li wargehên Bakurê Kurdistanê yên ji hêla gelê me û şaredariyên me ve hatibûn avakirin kêm be jî di nava jiyaneke baş de dijiyan. Bi taybetî piştî qeyûm şandin şaredariyên Bakurê Kurdistanê û hatin dagirkirin bi zext û zordariyeke gelekî mezin re rû bi rû man. Bi çavên biçûk li wan nêrîn, xwestin bi birçîbûnê wan terbiye bikin. Bi awayekî ku tolê ji wan hiltînin nêzîkî wan bûn.

Lê belê li gel komkujî û terora DAÎŞ'ê jî civaka me ya Êzidî ti carî dev ji berxwedanê, parastina xaka xwe û baweriya ku azad bikin berneda. 

Bi berxwedan û têkoşîna bi heybet a hêza xweparastinê ya bi pêşengiya jinên kurd ên Êzidî hatiye avakirin, Şengal ji çeteyên DAÎŞ'ê hate paqijkirin.

Lê belê paşverûyên Rojhilata Navîn polîtîkayên xwe yên êrîşkar ên  li hemberî Şengalê bi şêwayên din didomînin. Ev saleke amadehî û daxuyaniyên tifaqa AKP-MHP'ê û dewleta TC'ê ya li ser êrîş û dagirkirina Şengalê dane, encama vê yekê ye.

Civaka Êzidî li Şengalê bi hêza xwe û li ser vîna xwe rêvberiya demokratîk ava kiriye û ev rêveberî di serî de Tirkiye û paşverûyên Rojhilata Navîn aciz kiriye.

Berpisyarê sereke yê ku ev trajediya dermirovahî aniye serê civaka me ya Êzidî ev hişmendî bi xwe ye.

Lê belê bi şahidiya mirovahiyê û dîrokê, civaka me ya Êzidî di serî de li Şengal û Rojava, li seranserê Rojhilata Navîn pêşengiya pêşketinên siyasî û civakî dike û rê nîşanî wan dide.

Li gel ku di ser revandina bi hezaran jinen Êzidî de 4 sal derbasbûne jî hêj derbarê aqûbeta wan de ti agahî nehatiye girtin.  Ji ber hêj nehatine azadkirin şerma mirovahiyê ye û wekî deqeke reş li ser eniya herkesî ye. Hêzên navneteweyî, herêmî, sazî û dezgehên demokratîk ên dibêjin li dijî çeteyên DAÎŞ'ê têdikoşin, ji bo xwe ji vê şermê xelas bikin û jinên Kurd ên Êzidî azad bikin divê seferber bibin. 

Di serî de gelê me û hemû saziyên wê, divê hemû mirovahî bi gelê Êzidî re di nava tevkariyê debin. Ji wan bi fermanên nû re bi rû rû nehêlin li hemû qadên jiyanê di nava têkoşînê debin. Ev yek berpirsyarî û peywira mirovahî û dîrokî li ser pişta me ye.

Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk, 4'emîn salvegera Komkujiya Şengalê û zilma dermirovahî ya li ser jinên Êzidî hat meşandin şermezar dikin. Em diyar dikin ku bi gelê xwe yê Êzidî re em di nava têkoşîneke hevpar de ne."