KCD’ê ji bo Êzidiyên di destê DAIŞ’ê de banga berpirsyartiya mirovî kir

KCD’ê di salvegerê de Komkujiya Şengalê lanet kir, bal kişand ser rêxistinbûn û xweparastinê. KCD’ê got: “Ji bo jin û zarokên Êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê bên rizgarkirin em banga berpirsyartiyê dikin.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)’ê bi wesîleya yekemîn salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'GIRÎNGIYA RÊXISTINBÛN Û XWEPARASTINÊ HAT FÊMKIRIN'

KCD’ê got: “Komkujiya Şengalê di mijarên xweparastin û rêxistinbûna gelê me û pêkanîna yekîtiya neteweyî de bû derseke girîng. Derketiye holê ku gelekî ne rêxistinkirî û ne xwedî xweparastinê be nikare xwe biparêze.”

JI BO JIN Û ZAROKÊN HATINE REVANDIN BANG

KCD’ê diyar kir ku paşdexistina çeteyên DAIŞ’ê, vegera Êzidiyan li ser xaka xwe bi saya xweparastin, rêxistibûn û berxwedana lehengî pêk hatiye û got: "Lê belê hê jî aqubeta bi hezaran jin û zarokên Êzidî ne diyar e. Em bang li tevayî sazî û şexsiyetên navneteweyî yên maf û azadiyên mirovan diparêzin dikin ku ji bo jin û zarokên Êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê bên rizgarkirin berpirsyartiyê hilgirin.”

KCD’ê di daxuyaniya xwe de got: “Em careke din vê qirkirina mezin û sûcê li hember mirovatiyê li Şengalê pêk hat lanet dikin, em bang li tevayî mirovatiyê dikin ku ji bo komkujiyên bi vî rengî careke din pêk neyên hestyar bin.”