KCD: AKP rê li ber komkujiyên nû vedike

KCD'ê diyar kir ku li gel komkujiyên Mereşê û 19'ê Kanûnê têkoşîn bi xurtî dewam dike û işaret bi girîngiya yekîtiyê kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi wesîleya komkujiyên Mereşê û 19'ê Kanûnê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCD'ê bal kişand ser dîroka komkujiyan a dewleta Tirk û diyar kir, komkujiya Mereşê ji aliyê faşîstên MHP'yî ve di bin kontrola dewletê de hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komkujî li dijî daxwazên neteweyî yên gelê Kurd û têkoşîna demokratîk a beşên cuda yên civaka Tirkiyeyê hatiye kirin.

'HEMAN ZÎHNIYET BI AKP'Ê DEWAM DIKE'

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji ber vê komkujiya weke deqeke reş li dîroka Tirkiyeyê ket, bi sedan welatên Elewî jiyana xwe ji dest dan, bi sedan birîndar bûn, xaniyên mirovan hatin şewitandin û welatî hatin koçberkirin.

KCD'ê ragihand ku Komkujiya Mereşê ne ya destpêkê ne jî ya dawî bû û got, "Pêkanîn û polîtîkayên kokujiyê yên li Dara Hênê, Dersim, Agirî, Zîlan û Koçgirî li dijî gelê me û civaka Elewî hatin kirin, bi komkujî û hilweşandinên li Mereş, Çorûm, Sêwas, Gazî, Amed, Koçgirî, Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Enqere û gelek deverên din dewam kir."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku polîtîkayên zext, êşkence û komkujiyan ên 19'ê Kanûna 2000'î li girtîgeha Bayrampaşayê dest pê kirin, li dijî hemû girtiyên şoreşger, demokrat û welatparêz hate meşandin û hat gotin, "Ev komkujiya ku 30 girtiyên şoreşger lê hatin kuştin û bi sedan girtî bi giranî birîndar bûn, mîna Komkujiya Mereşê weke deqeke reş û sûcê li dijî mirovahiyê cihê xwe di dîroka Komara Tirkiyeyê de girtiye."

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku AKP hewl dide kincên ji yek tîpî li girtiyan bike û ev yek rê li ber komkujiyên nû vedike. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Wekî din, tê xwestin ku zemîneke provayê ya komkujiyeke nû ya mîna Mereşê amade bikin. Li Meletiyê bi danîna işareta 'X' li ser malên welatiyên me yên Elewî, Komkujiya Mereşê tîne bîra mirovan."

'TÊKOŞÎN HER MEZIN BÛ'

KCD'ê da xuyakirin ku li gel komkujiyan têkoşîn her dewam kiriye û destnîşan kir ku mezinbûna têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan di nava çil salên dawî de, gelek nirxên girîng afirandiye ku gelên me bi hêvî li paşerojê bierin.

KCD'ê da zanîn ku ji bo careke din êşkence û komkujiyên li derveyî mirovahiyê rû nedin, divê her kesê ji xwe re dibêje 'ez mirov im' li ber van polîtîkayan rabin û bi yekîtiyê têkoşîna demokratîk bimeşînin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Bi vê bîr û baweriyê em komkujiyên Mereşê û zindana Bayrampaşayê careke din bi tundî şermezar dikin."