KBDH'ê li dijî Herêma Sinayî ya Organîze çalakiya sabatojê kir
Milîsên KBDH Aynûr Artan-Selamet Menteş li Stenbol Alîbeykoyê li dijî Herêma Sinayî ya Organîze çalakiya sabotajê kir.
Milîsên KBDH Aynûr Artan-Selamet Menteş li Stenbol Alîbeykoyê li dijî Herêma Sinayî ya Organîze çalakiya sabotajê kir.
Milîsên KBDH Aynûr Artan-Selamet Menteş bi daxuyaniya niviskî ragihandin ku 8'ê Sibata 2021'an saet li derdora 01.00'ê milîsên wan li dijî trafoya ku elektrîkê dide herêma Sinayî ya Organîze a Alîbeykoyê çalakiye sabotajê kirin û trafo tine kirine.
KBDH'ê diyar kir çalakî bi bombeyên bi dest çê kirî pêk hatiye, elektrîk qut bûye, hilberandin sekinine û ''herêma organîze tarî bûye.''
Di daxuyaniyê ew agahî hate dayin ku Aynur Artan û Selamet Menteş 23'yê Cotmeha 1998'an li Girtîgeha Midyayê li dijî komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê bedena xwe dane ber êgir û ew hêza xwe ji vîna wan digirin.