Kayitbey a di greva birçîbûnê de: Berxwedan mizgîna biharê dide

Girtiya bi navê Mizgîn Kayitbey a ku di greva birçîbunê de ye, diyar kir ku berxwedan mizgîna biharê dide û got ku ‘Em ê serkeftinên mezin bi dest bixin.’

Girtiya bi navê Mizgîn Kayitbey a di Girtîgeha Tîpa L ya Patnosê de ye, ji 1’ê Adarê û vir ve di greva birçîbûnê de ye û mehekê cezayê qedexekirina hevdîtinê lê hatiye birîn.

Mizgîn Kayitbey nameyek nivîsand. Di nameya wê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em tecrîda li ser Rêbertî şermezar dikin û hevalên di greva birçîbûnê de ne, wan silav dikin.

Di vê pergala dijwar a cîhanê de, lêgerîna maf û edaletê her dem rastî zehmetî û astengiyan hatiye. Tişta ku vê têkoşînê watedar dike jî berxwedana gelê me ye. Çalakiya berxwedana greva birçîbûnê ya rêhevalên me, mizgîniya biharê dide me. Şopa li ser rêya azadiyê yek ji tişta sereke ya jiyana me ye. Azadî nayê girtin û girtina fizîkî nikare li ber azadiya fikran bibe astengî. Em li ser şopa Pîr, Dûrmûş, Alî Çîçekan in û ev pêşengên şoreşger nirxên gelan in.

Şert û merc çi be, divê gelê me li ba van kesan bin, ên ku dîroka me didin nivîsandin. Em bang li hemû dayik û rêhevalên xwe yên ciwan û gelê Kurdistanê dikin ku bila di vê pêvajoya dîrokî de peywira xwe bi cih bînin.”