Kaya yê ku ji bo Ocalan agir berdabû bedena xwe hate bîranîn

Li Edeneyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Weysî Kaya yê ku bi dirûşman agir berdabû bedena xwe, hate bîranîn.

Weysî Kaya li Edeneyê di 9’ê Sibata 2016’an de ji bo tecrîda li ser Ocalan şermezar bike agir berdabû bedena xwe û jiyana xwe ji dest dabû. Li Taxa Barbarosê li Ceddeya Emînaga ya girêdayê navçeya Seyhanê ji hêla ciwanan ve hate bîranîn. Di bîranînên de ciwanan wêneyê Kaya vekirin û bi rêzgirtinê ve siruda ‘Çerxa Şoreşê’ xwendin. Bîranîn bi dirûşmên ‘Bijî Serok APO’ û ‘Şehîd Weysî Kaya nemire’ ve bi dawî bu.

JI BO ÇAKIR MEWLÎD HATE DAYÎN

Ji bo Menmud Çakirê ku di meha Sibata sala borî de, di çalakiyekê de, ji hêla polîsan ve hatibû qetilkirin ji hêla malbatên ve li ber malê mewlûd hate dayîn. Gelek kes beşdarê mewludê bûn û mewlud bi dua û dayîna xwarênê ve bi dawîbû.