Kaya kampanya lîncê ya li dijî akademîsyenan ji Bozdag pirsî

Parlamentera HDP'ê Huda Kaya ji Wezîrê Edaletê pirsî, ku wê li dijî kesên li hemberî akademîsyenan dest bi kampanya lîncê kirine, lêpirsînê bidin destpêkirin an na.

Parlamentera HDP'ê Huda Kaya ji Wezîrê Edaletê pirsî, ku wê li dijî kesên li hemberî akademîsyenan dest bi kampanya lîncê kirine, lêpirsînê bidin destpêkirin an na.

Kaya kampanya lîncê ya li dijî akademîsyenan xist rojeva Meclîsê û di vê der barê de pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag kir.

Kaya bal kişand ser lêpirsîn û binçavkirina akademîsyenan, ku piştî Serokkomar Erdogan ew hedef nîşan da, destpê kir û da zanîn ku li gorî Destûra Bingehîn, aşkerekirina nêrîna xwe, mafek e.

Kaya ji Bozdag xwest bersiva van pirsan bide:

"Zexta dozgerî û rêveberiyên zanîngehan a li hemberî akademîsyenan û operasyona bêdengkirina wan, gelo li mîsyon, xweserî û zanistiya zanîngehan tê?

Zanîngeh, li gorî kîjan prosedura qanûnî dawî li karê akademîsyenan tînin? Bingeha hiqûqî/destûra bingehînî ya vê dûrxistinê çi ye?

Ev dûrxistina akademîsyenan ji aliyê YOK'ê û dadgeriyê ve, gelo nîşan dide ku Wezareta Eldaewtê dozeke nû ya 1402'an amade dike?

Li hemberî rektor, endamên YOK'ê, lîderên mafya û rayedarên ku li dijî xala 26. a Destûra Bingehîn derdikevin û li dijî nêrîna azad dest bi operasyona bêdengkirinê kirine, çima lêpirsînek nayê destpêkirin?"