Kaya: Divê em peyama azadiyê bidin girtiyan
Namzeta Hevşaredariya Bagcilar a HDP’ê Huda Kaya di mîtînga li Qada Kîrazli ya Bagcilarê axivî û got; “Divê em 31’ê Adarê peyama azadiyê bidin bi hezaran girtiyên ku li zindanan.”
Namzeta Hevşaredariya Bagcilar a HDP’ê Huda Kaya di mîtînga li Qada Kîrazli ya Bagcilarê axivî û got; “Divê em 31’ê Adarê peyama azadiyê bidin bi hezaran girtiyên ku li zindanan.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qada Kîrazli ya Bagcilarê mîtînga hilbijartinê lidarxsit.
Namzetên Hevşaredariyê Huda Kaya, Mednî Andok, Serokê Federasyona 78’an Celalettîn Can, aktivîsta Aştiyê Nesrîn Nas û tevî hewaya sar bi sedan kes beşdarî mîtîngê bûn.
HETA HILBIJARTINÊ SEFERBERÎ
Li Qada mîtîngê bê navber dirûşmeya “Bi berxwedanê em ê serbikevin” hate berz kirin. Hevserok3e Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mûstafa Kizilkaya got heta hilbijartinê seferberî îlan kirine û wiha domand; “31’ê Adarê bi taybet ciwanên me divê weke muşahîd û erkdarê fermî li erk bigre. Divê em tu sindoqên xwe vale nehêlin. Divê em xwedî li îradeya xwe derbikevin.”
Serokê Federasyona 78’an Celalattîn Can di şexsê Leyla Guven de balkişand li ser grevên birçîbûnê û got Guven ji wê re gotiye; “Min ev biryar bi tena serê xwe girt, bi kesê re ne şêwirim û ne li bendê bûm ku evqas piştgirî were. Min digot ez ê bêdengî bimirim û biçim lê difikirim ku dîrok wê vêya jî binivîse.”
Can bi domdarî got; “Helwesta Leyla Guven li dijî tecrîdkirina rêzdar Ocalan serhildanek e. Em dixwazin Leyla Guven û bi hezaran mirov bijîn. Divê em şert û mercê vê ava bikin û rêya vê jî xwedîderketina li wan e.”
Piştre namzetê hevşaredariyê Medenî Andok axivî û got; “Ev hilbijartin ji bo me gelek girîng e, di pêvajoya 4-5 rojan de divê em ji 7 salî heta 70’î salî kar bikin, namzetên xwe bidin nasandin û serketinê bidestbixin. Em ê hilbijartina 31’ê Adarê de AKP-MHP’ê têk bibin.”
Herî dawî namzeta hevşaredara Bagcilarê Huda Kaya axivî û bibîrxist ku îro greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 140’î de ye û 7 hezar girtî di grevê de ne. Kaya bi domdarî got; “Li welatê me li dijî tecrîda girankirî girtiyan bi bedena xwe dest bi berxwedanê kir. 4 canên me jiyana xwe ji dest dan û em naxwazin êdî canek din winda bikin. Tenê peyamek ya vê sengê heye û divê ev peyam bigihije Enqere û Qesrê. Di definkirina cenazeyan de zextên dij mirovahî hatin kirin. Qeyûm tayîn kirin, li zindanan tecrîd hate kirin lê dîsan em rabûn ser pêyan û têkoşîna me dewam kir. Zalîm dizanin ku carekê winda bikin wê dawiya wan were. Divê 31’ê Adrê de keda ku gelê me derxistî holê û bedelên hatî dayîn em peyama azadiyê bidin bi hezaran girtiyan.”
Piştî axaftinan mîtîng bi dawî bû.