Kato: Divê ciwan pêşengiyê ji vê pêvajoya seferberiyê re bikin

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Botan Kato diyar kir, serketina li dijî dagirkeriyê wê ji bo tevahiya mirovahiyê bibe jiyanek nû, bibe ronesanseke nû. Kato bang li ciwanan kir ku di vê pêvajoya seferberiyê de bi pêşengiyê tevbigerin.

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Botan Kato bi wesîleya pêvajoya seferberiyê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ciwanan peyamek weşand.

Kato bi bîr xist ku gelên Kurdistanê di nava berxwedaneke dîrokî de ye û got, "Niha li dijî welatê me, li dijî nirxên mirovahiyê êrîşeke giran tê kirin. Gelê me demeke dirêj e ku li dijî hovîtiya li hemberî mirovahiyê bi her rengî li ber xwe dide. Di encama vê berxwedanê de jî ronesasnseke nû, hêvî û jiyaneke nû li Rojhilata Navîn afirand."

Kato diyar kir ku li dijî van nirxên mirovahiyê niha êrîşeke hovane tê kirin û got, wezîfeya her ciwanî ye ku di vê pêvajoyê de bi roleke dîrokî û însanî tevbigere.

Kato bang li ciwanan kir ku li dijî dagirkeriyê dakevin qadan û got, "Serketina li dijî vê dagirkeriyê wê ji bo tevahiya mirovahiyê bibe jiyaneke nû, ji bo tevahiya civakê bibe ronesanseke nû. Lewma divê ciwan li her devera ku lê ne bi rola pêşengiyê tevbigerin. Di vê pêvajoya seferberiyê de divê ciwanên Kurdistanê bi erka pêşengiyê tevbigerin. Li her deverê bi her şêweyên çalakiyan di vê pêvajoyê de dakevin qadan."