Kartên 1’ê Îlonê ji rojnamevanên girtî re hate şandin
MKGP û DGF bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê kartên piştgiriyê ji rojnamevanên dîlgirtî re şand.
MKGP û DGF bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê kartên piştgiriyê ji rojnamevanên dîlgirtî re şand.
Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji rojnamevanên girtî re kartên aştiyê şandin. Endamên MKGP û DFG’ê li pêşiya PTT’a Semta Ofîsê ya Amedê hatin ba hev û daxuyanî dan. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Sevîlay Çelenk jî tev li çalakiyê bû.
Berdevka MKGP’ê Roza Metîna diyar kir ku li welatên hiqûq û demokrasî lê tune, nivîskar û parastvanên mafên mirovan di girtîgehan de ne. Metîna, wiha domand: “Li Tirkiyeyê kî bibe desthilatdar, beriya her tiştî çapemeniya azad dike hedef. Ji ber qanûnên desthilatdariyê, ne kesên zirarê didin mirovan lê parastvanên mafên mirovan û rojnamevan tên girtin.”
Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî diyar kir ku bi wesîleya 1’ê Îlonê ji rojnamevanên girtî re kartan dişînin. Altan got “Em dibêjin ku kesek nikare çapemeniya azad bêdeng bike. Wê çapemeniya azad her binivîsê û bibêje.”
Piştî axaftinan, ji rojnamevanan re kart hatin şandin.