Kartal: Wê siyaseta Erdogan-Bahçelî nemeşe!
Hevserokê KONGRA-GEL’ê Kartal di mîtînga Strasboûrgê de axivî û diyar kir ku wê siyaseta AKP-MHP’ê nemeşe û got: “Yan wê AKP’ê were ser rêya çareseriyê yan jî wê biteqize biçe.”
Hevserokê KONGRA-GEL’ê Kartal di mîtînga Strasboûrgê de axivî û diyar kir ku wê siyaseta AKP-MHP’ê nemeşe û got: “Yan wê AKP’ê were ser rêya çareseriyê yan jî wê biteqize biçe.”
Di mîtînga Strasboûrgê de ya li Fransayê li hemberî faşîzma AKP’ê peyama berxwedanê hat dayîn.
Bi hezaran kesên ku bi banga Kongreya Civakî ya Demokratîk a Kurdan a Ewrûpayê (KCDK-E) ji Elmanyaya Başûr, herêma Alsaceyê û Swîsreyê hatin, beşdarî mîtînga Strasboûrgê bûn. Mîtîng li Qada Konseya Ewropayê û li ber Komîteya Rêlibergirtina Îşkenceyê (CPT)hate kirin.
KARTAL: WÊ SIYASETA ERDOGAN Û BAHÇELÎ NEMEŞE
Hevserokê KONGRA-GEL got ku girtiyên di girtîgehan de ji bo pêşveçûna pêvajoyê mîsyonek wergirtin û diyar kir ku, wan ev mîsyon ‘heta cihekî’ anîne.
Kartal qala dek û dolabên li hemberî ‘Na’yê jî kir.
Remzî Kartal diyar kir ku, divê mirov bûyeran baş binirxîne û got wê siyaseta Erdogan û Bahçelî jî nemeşe.
Kartal bal bir ser vî tiştî ku divê gel berxwedanê xurtir bikin û xwest gelê li Ewrûpayê jî xebatên bi vî rengî kûrtir bike û got ku bi berxwedanê wê faşîzm têk biçe.
Kartal bangî Konseya Ewrûpayê, Yekîtiya Ewropayê kir û saziyên dîtir kir û xwest ku bila berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
SAYIN: AKP YAN WÊ WERE SER RÊYA ÇARESERIYÊ YAN JÎ WÊ BITEQIZE BIÇE
Ûtkû Sayin jî li ser navê Platforma Na’yê ya Ewropayê axivî û got ku, faşîzma AKP’ê li Kurdistan û Rojavayê Tirkiyeyê têk çûye. Ûtkû Sayin got ku, li pêşiya AKP’ê du rê hene; yan wê were ser rêya çareseriyê ya bi gelan re, yan jî wê biteqize biçe.
SARIYILDIZ: BERXWEDAN WEKÎ DUH WÊ ÎRO JÎ BIDOME, EM Ê BI SER BIKEVIN
Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî di mîtîngê de axivî û got, bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek gel li ba hev têdikoşin.
Sariyildiz diyar kir ku heke em bidin ser rêya Ocalan em ê bi ser bikevin û qetlîamên faşîzma AKP’ê yên li Kurdistanê bi bîr anî. Sariyildiz bi bîr xist ku bi hezaran mirov hatin qetilkirin, girtin û îşkencekirin û li hemberî van tiştan wekî duh wê îro jî berxwedan bidome.
ADHK: LI CIHÊ KU ZILIM LÊ HEBE BERXWEDAN MEŞRÛ YE
Nûnerê Konfederasyona Gelan a Demokratîk a Ewropa (ADHK) Cemal Yildirim ê ku di mîtîngê de bi berxwedana zindana Amedê qala berxwedana girtîgehan kir, diyar kir ku faşîzim zilmê li ser gelan dide ferazkirin. Yildirim destnîşan kir ku tevî hemû zext û zilmê jî di referandûmê de gelê kedkar qezenç kirine. Yildirim got: “Cihê ku zilm lê hebe rabûna serhildanê meşrû ye. Wê gelê Tirkiyeyê qezenç bike.”
Yildirim ê ku diyar kir ku bi belavbûna berxwedanê ya li Kurdistan û her qada Tirkiyeyê re wê gel qezenç bike, dema ev hete kirin wê bi teqez faşîzim winda bike. Yildirim got: “Faşîzm wê winda bike,em ê biserbikevin.”
Yildirim diyar kir ku wê bi hev re faşîzmê têk bibin, anî ziman ku ev ne pirsgirêka partiyek yan tevgerekê tenê ye.
YUKSLE: DÎROKEK HATE NIVÎSANDIN
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek jî axivî û çalakiya berxwedêrên greva birçîbûn ya 64 rojan dom kir silav kir, bang kir ku wê ji niha û şûn ve jî têkoşînê bidomînin.
Yuksek diyar kir ku girtiyên greva birçîbûnê peyam da û got: “Me peyama we ya ku we bedena xwe bi greva birçîbûnê da ber mirinê girt.” Yuksek diyar kir ku wan’peyama’ girtiyan girtiye, diyar kir ku ji niha û şûn ve êdî wê erk di destê wan de ye. Yûksek hişyarî jî da bila dawîkirina greva birçîbûnê neyê wateya dawîhatina berxwedanê.
Yuksek, diyar kir ku fererandûma bi hîleyan qezenç kirî ji aliyê hemû cîhanê ve nehate pejirandin, bal kişand ser endamên ku ji Kurdistanê derketî ku ji aliyê çapemeniya AKP’ê ve hewl hate dayîn ku manîpûle bike. Yûksek destnîşan kir ku cihê herî zext û çewisandin lê tê kirin Kurdistan e.
Yuksek bibîr xist ku li gelek bajar û herêmên bejahî bi zextên leşker û jendermeyan çûn referandûmê, diyar kir ku leşker, polîs û cerdevanan deng bi kar anîne.
Yuksek , bi gotinan “Li şûna ku tu wan bêjî, hesabên dengê kut e li Mêrsîn, Edene û Stenbolê winda kirî bike.”bertek nîşanî propagandaya AKP’ê da.
Ûfûk Berdan ê li ser navê Federasyona Karkerên Tirkiyeyî yên Ewropayê (ATÎK) axivî jî diyar kir ku ‘Di referandûmê de dîrokek hatiye nivîsandin’. Berdan,destnîşan kir ku AKP û dewlet wê li dijî vîna ku di sindoqan de derketî wê şidet û zextan zêde bike.
Mîtîng piştî derketina hunermendan a ser dikê ve bi dawî bû.