Kartal: Gelê me dê têkoşîna xwe bi awayek bi rûmet biparêze

Kartal: Gelê me dê têkoşîna xwe bi awayek bi rûmet biparêze

Li paytexta Swêd Stockholmê, Serokê Konga-Gel Remzî Kartal di merasima bîranîna sê jinên Kurd ên ku di encama komkujiya li Parîsa paytexta Franseyê hatin qetilkirin, gerîlayê HPG’ê Mehmet Şîrîn Cebe û gerîlayên di encama operasyomên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan, de axivî û diyar kir ku gelê Kurd dê xwedî li şehîdên xwe derbikevin û têkoşîna wan bigihîne serkeftinê.

Civîna bîranînê ya li salona Amadeyiya Asoyê pêk hat bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Seroka Konseya Kurdan a Swêdê Ayşe Goktepe diyar kir ku komkujiya Parîsê ji aliyê hêzên dijminê demokrasî û aşitiyê ve hatiye kirin û weke êrîşeke lidiî gelê Kurd bi nav kir.

Kekê Mehmet Şîrîn Cebe Latîf Cebe ku li Swêdê dijî bi bîr xist ku birayê wî weke şervaneke azadiyê li ber xwe daye û şehîd bûye, piştî wê jî dayika wan jiyana xwe ji dest daye. Cebe diyar kir ku ew şehîdên şoreşê ne û got: “Em bi wan serbilind in. Bila serê hemû gelê Kurdistanê sax be.”

Piştî helbestvan Fatma Savci helbesta ku ji bo Mehmet Şîrîn Cebe nivîsand xwend, Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal axivî û diyar kir ku hemû gelê Kurd vê êşa kesên ku şehîd bûne parve dikin. Kartal da zanîn ku hevdîtinên aşitiyê yên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de heta niha negihiştine fermiyetekê, lewma aşitî pêk nehatiye, şer û mirin berdewam dikin û bal kişand ser komkujiya Parîsê.

Kartal diyar kir ku her çendî heta niha polîs û hukûmeta Franseyê tu daxuyaniyeke fermî derbarê mijarê de nedane, lê heta niha çapemeniya Tirk gelek tişt nivîsandiye û dibêje û got ku evane hemû ne rast in. Karta da zanîn ku tu ajokar an jî parêzvanên her sêjinên hatin qetilkirin tune û diyar kir ku yek ji welatparêzên ku hatin binçavkirin rojek beriya komkujiyê Cansiz kiriyê mêvan . Kartal da zanîn ku ew bi telefonê bi her du kesên hatine binçavkirin re axivîne û diyar kir ku heta niha tu delîlek ku bikare komkujiyê ronî bike nehatiye dîtin.

Her wiha da zanîn ku rêxistin û saziyên Kurd ji aliyê dewleta Franseyê ve tên şopandin, ji ber wê jî kengî bixwaze dikare bûyerê çareser bike û berpirsên komkujiyê aşkere bike. Kartal bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li şehîdên têkoşîn azadiyê û diyar kir ku gelê Kurd bi xwedîderktina li şehîdan têkoşînê xurtir kir.

Remzî Kartal diyar kir ku pêwîstiya Kurdan bi Tirkiye, Sûriye, Îran, DYA û Ewropayê tune yeû got ku ev welat ji bo parastina berjewendiyêmn xwe siyasetê dikin. Got: “Ger em bikarin hemû gelê Kurd hembêz bikin, em bikarin ji bandora dijmin rizgar bibin, li tu deverên cîhanê tu hêzek nikare rê li me bigire. Îro li hemberî gelê Kurd siyaseta nabînim, min nehihîst û nizanim bi kar tînin. Lê gelê me xwedî zanebûn û rêxistin e. Dê bi awayeke bi rûmet azadiya xwe biparêze û têkoşîna xwe bigihîne serkeftinê”.

Kartal destnîşan kir ku gel û gerîlayên Kurd li Bakûrê Kurdistanê sala 2012 êrîşên dewleta Tirk ên bi desteka DYA, NATO û welatên Ewropayê pûç kiriye û gerîlayan hemleyên mezin pêk anîne. Kartal da zanîn ku êdî nikarin rê li gelê Kurd bigirin, tu tiştek weke berê namîne, gelê Kurd dê di vê pêvajoyê de qezenc bikin.

Piştî axaftinê, helbest van Kamran Simo û Adnan Dogan helbestên ji bo her sê jinên Kurd ên li Parîsê nivîsandibûn gotin û hunermend Evîn jî stranên li ser şehîdan got.

Alîkarê Serokê KNK’ê Dr. Bengî Haco jî bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a ji 1999’ê ve ku di encama komployeke navneteweyî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate girtin û got: “Sakîne, Fîdan û Leyla em soz didin we. Gava me Kurdistanê ava kir em ê dîlan bigerînin bigirîn. Û bêjin vana Kurdistanê ava kir.”

Çalakiya bi beşdariya bi sedan kesî bi dirûşimên “Şehdî Namirin” bi dawî bû.