Kartal: Em ê nîşanî tevahiya cîhanê bidin ku em ê bi ser kevin

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal di çalakiya Newrozê ya li Marsîlyayê axivî û got, "Bi berxwedana li dijî barbariya dewleta Tirk em ê careke din nîşanî tevahiya cîhanê bidin, ku em ê bi ser kevin."

Li bajarê Fransa Marsîlyayê bi beşdariya 2 hezar kesî, pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Çalakiya Newrozê bi dirûşma "Rêberê Azad, Kurdistana Azad" li salona dawetê ya Phacha pêk hat. Salona pîrozbahiyê bi alên PKK, KCK, YPG, PYD, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Mazlûm Dogan, Mehmet Tûnç, Pakîze Nayir, Zinar Raperîn û cangoriyên têkoşîna azadiyê hat xemilandin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal axivî û got, "Sê rêyên serketinê hene; berxwedan, berxwedan, berxwedan." Kartal axaftina xwe wiha dewam kir: "Hevrê Mehmet Tûnç bi gotina 'dikarin li vê derê me bikujin, lê nikarin me teslîm bigirin' bersiv da şiyara 'berxwedan jiyan e' ya Mazlûm Dogan. Silav ji Mehmet Tûnç û hemû hevrêyên berxwedêr re. Çawa ku Mazlûman, Ferhatan li Zîndana Amedê li dijî faşîzma 12'ê Îlonê li ber xwe dan û bi ser ketin, çawa ku Arîn Mîrkanan li Rojava li hemberî zilma DAIŞ'ê li ber xwe dan û bi ser ketin, îro jî tevî Mehmetan, Pakîzeyan û bi hezaran hevrêyên xwe re em ê careke din nîşanî cîhanê bidin ku li dijî barbariya dewleta Tirk a faşîst em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin."

Kartal bal kişand ser hovîtiya dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike û got, "Ev şer wê bibe yê dawî. Eger dewlet di zilmê de sînoran nas nake, em ê jî di berxwedanê de sînoran nas nekin. Eger ew bi konsepta şer a topyekûn êrîş dike, em ê jî bi konsepta berxwedanê ya topyekûn bersivê bidin. Tevgera me ya ku heta roja îro gelek berxwedanên destanî nîşan da, wê di demeke nêz de bi ser keve. Çawa ku me nîşanî dijminên xwe dan ku em têk naçin, em ê nîşan bidin ku em ê bi ser kevin. Cîhan tev wê vê bibîne."

Piştî axaftinê Hozan Rênas, Hozan Aydin, Hîvron, Mem Ararat derketin ser dikê û Koma Şano ya Meclîsa Çandê ya Marsîlyayê jî lîstikek pêşkêş kir. 

Pîrozbahî heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir.

...