Karsazên Kurd ên Ewropa ji bo piştgiriyê diçin Pirsûsê
Karsazên Kurd ên Ewropa ji bo piştgiriyê diçin Pirsûsê
Karsazên Kurd ên Ewropa ji bo piştgiriyê diçin Pirsûsê
Yekîtiya Karsazên Kurd a Ewropa, ziyaretên xwe yên navbera 12-18’ê Cotmehê di serî de li Amedê û li gelek bajarên din pêk bînin betal kirin, bi armanca piştgiriya bi Kobanê re biryara çûna Pirsûsê dan.
Yekîtiya Karsazên Kurd a Ewropa di daxuyaniya nivîskî ya da de bibîrxistin û gotin: “Li Ewropa li gel nêzî 40 karsazan di navbera 12-18’ê Cotmehê de li Amed, Wan, Şaredariyên Mêrdînê, Odeyên Bazirganiyê û bi rêxistinên karsazan re wê ziyaretek bihata kirin û çend rêzehevdîtinên li ser pirsgirêkên civakî û aborî yên Gelê Kurd de ‘em ê çawa bi hev re çareserî jêre peyda bikin’ de me yê panelên aboriyê pêk anîbana.”
Karsazên Kurd diyar kirin ji ber, “pêşketinên li Kurdistanê rû didin, bi taybetî jî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê û hewldanan komkujiyê” wê van ziyaretên xwe pêk neyînin û wiha gotin: “Li şûna vê em ê di ser Amedê re derbasî Pirsûsê bibin û li wir rêzehevdîtinan pêk bînin. Armanca me piştgirîdayîna gelê Kobanê û destekkirina berxwedana Kobanê ye.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bo Kobanê, ji bo rûmeta însanîyetê, çi Kurd, Tirk, her kesê ji demokrasiya pêşverû û mafên mirovan bawer dikin li cihê lê ne çi dikarin bikin bila bikin. Têkoşîna demokratîk li her qadê bilind bikin.
Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê bêdeng mayîn, weke ti tiştek çênebûye tevger, tê wateya destekdayîna çeteyên DAIŞ. Niha bûyerên li Tirkiyeyê rû didin ji bo gelên Tirkiyeyê bawerî çênakin. Ger behsa hiqûqa biratiyê tê kirin, divê Tirkiye tavilê korîdoreke derbasbûna Kobanê veke. Ger li Kobanê Kurd bi komkujiyê re rû bi rû dimînin wê destpêkê Tirkiye û piştre hêzên navneteweyî berpirs bin.
Divê Tirk xwe danin cihê Kurdan û hestên Kurdan fêm bikin. Hikûmet wê bi HDP’ê re çi bike divê bên gel hev û bikin. Sibe hemû tişt dibe dereng bibe. Wekî din divê êrîşên li ser nirxên milî yên gelekî din neyên kirin. Divê hemû kes xwe deyne cihê hev, bi rehetî bihizire û empatî çêke.”