Karsazên Kurd bersiv dan banga Heyva Sor a Kurdistanê

Karsazên Kurd bersiv dan banga Heyva Sor a Kurdistanê

Heyva Sor a Kurdistanê ji bo alîkariya bi gelê Rojava re, hefteya derbasbûyî bang li karsazên Kurd ên Ewrûpayê kiribû.

Li ser vê bangê li Elmanyayê Karsazên Kurd ketin nava tevgerê.

Karsazê bi navê Serdar Erdîn ê li bajarê Elmanyayê Leverkusenê dimîne, bi hevkariya Heyva Sor a Kurdistanê 25 ton derman, alavên paqijiyê, xwarinên zarokan û cil û berg şand kantona Cizîrê

Alîkariya ji 8 ton xwarinên zarokan, nîv ton derman, 6 ton dermanên birînan, 4 ton alavên paqijyê û 4 ton cil û berg, di deriyê Nisêbînê re derbarê Qamişlo bûn û radestî Heyva Sor a Kurd hatin kirin.

Bi heman armancê karsazê Kurd Faruk Muhsînoglu jî, bi buhayê 5 hezar Euro ji bo penaberên Kobanê yên li navçeya Pirsûsê, bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê konên malbatî şandin.

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê malavahiya karsazên Kurd Serdar Erdîn û Faruk Muhsînoglu kir û ji tevahiya karsazên din xwest ku ew jî erka xwe ya mirovahî li hemberî gelê Rojava bi cih bînin.