Karmendên talan û desteserkirinê: Qeyûm - II

94 şaredariyên DBP'ê bi rêya qeyûm hatin desteserkirin. 90 ji sedî yê hevşaredaran hatin destgîrkirin. 56 hevşaredar dîl tên girtin. Qeyûm bûne amûrek ji bo Tirkkirinê.

Dewleta Tirk di civîna Desteya Ewlekariya Bilind (MG) a 30'ê Cotmeha 2014'an de 'pêvajoya diyalogê qedandibû. Dest bi polîtîkaya 'tinekirinê' kir ku navê 'Plana Têkbirinê' lê kir û bi her awayî êrîş bir ser Kurdan. Hikumeta ku destekî xwe ji bo 'hevdîtinên aştiyê' dirêj dikir, bi destê xwe yê din jî amadekarî ji êrîşan re dikir.

ÊRÎŞÊN TOPYEKÛN

Gava destpêkê ya van êrîşan jî tayînkirina qeyûman li Şaredariyên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bû. Niha li 94 Şaredariyên DBP'yî qeyûm hatine bicihkirin. Erkên 8 şaredariyên mayî jî (Navçeyên Çinar û Baglar ên Amedê, navçeyên Hezro û Erxenî, bajarokê Girê Sira yê Êlihê, bajarokê Bukardi yê Xarpêtê û du bajarokên Semsûrê) bi walîtî û qeymeqamiyan ve hatin girêdan. 90 ji sedî yê hevşaredaran hatin destgîrkirin. 56 hevşaredar girtî ne. Hevşaredarên hatin berdan jî hê tên darizandin.

XWERANEGIRTINA LI KURDÎ

Piştî ku qeyûm li şaredariyan hatin bicihkirin, polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk derketin asta herî bilind. Qeyûman weke karê destpêkê, tabelayên bi Kurdî yên bi şaredariyan vekirîbûn, daxistin. Piştre navên Kurdî yên li park, kolan û bûlwaran guherandin. Çend ji wan jî wiha ne: Bîrdariya Roboskî, Parka Tahîr Elçî, Ehmedê Xanî û Ûgûr Kaymaz. Piştre navendên jinan û çandê hatin girtin. Niha li şûna navendên jinan û çandê yên şaredariyên DBP'yî vekirin, rêxistinên li gorî zîhniyeta olperest-nîjadperest hatine avakirin. 3 hezar karkerên şaredariyan ji kar hatin derxistin. Li şûna wan kadroyên xwe bi cih kirin. Herî dawî 722 karkerên taşeron bi biryarnameyê ji kar hatin derxistin.

PROJEYÊN ŞAREDARIYAN DIZÎN

Qeyûmên ku li şaredariyan hatin bicihkirin, li gorî biryarên otorîteya dewletê tevgeriyan. Encûmen hemû bê bandor kirin û biryarên xwe xistin meriyetê. Ji ber ku ji karên şaredariyên fêhm nakin, projeyên şaredariyên DBP'yî dizîn û li gorî xwe bi cih anîn. Yek ji van jî sîstema şiba trenê ya ji 16 kîlometreyî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû. Ev proje berî 7 salan qediya bû, ji aliyê Banka Cîhanê ve jî hatibû erêkirin û gelek fîrmayan pejirandibûn. Lê belê Wezaretên Maliye û Hawiror/Bajarvaniyê ya dewlet Tirk di mijara kefaletê de astengî derxist pêşiya projeyê û nehişt bi cih were anîn. Piştî ku qeyûm hate tayin kirin, mîna ku ev proje ya wan e pêşkêşî raya giştî kirin. Projeya hilweşandina avahiyên li Kirklar Dagi ya Amedê jî ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya DBP'yî hatibû dizîn.

HEWLDANÊN HIQÛQÎ

DBP li ser qeyûman, derxistina ji kar a encumenan û girtina hevşaredaran kete nava hewldanên hiqûqî. Lê belê ji ber Rewşa Awarte û biryarnameyan serlêdanên hiqûqî dereng dikevin. Ji ber ku rêyên hiqûqî yên navxweyî didomin jî, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nikare bê dayin.  Hejmara dosyayên gihaştine wê astê ku karibin pêşkêşî DMME bên kirin, gelekî kêm in.

NERAZÎBÛNA GEL A LI DIJÎ QEYÛMAN

Êrîşên li dijî Kobanê, nenaskirina serketina HDP'ê ya li hilbijartina 7'ê Hezîranê, êrîşên li jêrzemînên Cizîrê û gelek bûyerên bi vî rengî di nava gelê Kurd de rê li ber nerazîbûnê vekirin. Êrîşên siyasî û leşkerî yên piştî ragihandina Rewşa Awarte zêde bûn, nerazîbûna gel mezintir kirin. Gelê Kurd bi dijwarî li ber qeyûmên bi biryarnameyan hatin tayinkirin, rabû. Berdevkê Koma AKP'ê ya li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî li dijî qeyûm daxuyanî da. Piştre berdevk ji wezîfeyê hate girtin. Gelê Kurd polîtîkaya qeyûm weke rêbazeke polîtîkaya asîmîlasyonê ku sedan sal in li ser tê ferzkirin, dît. Ev rewş weke nîşaneya mejiyê dagirkeriyê hate nirxandin. Tevî van hemûyan, hin şaredariyên li welatên Ewropayê yên dostên şaredariyên DBP'yî ne, nexwestin ku bi qeyûman re bixebitin. Qeyûmên hatin tayinkirin weke 'talanker' hatin dîtin û hemû peymanên hatibûn mohrkirin hatin betalkirin.