Karkerên demsalî bi deyndarî vedigerin welatê xwe
Karkerên demsalî bi deyndarî vedigerin welatê xwe
Karkerên demsalî bi deyndarî vedigerin welatê xwe
Karkerên demsalî yên ku di mehên havînê de ji bo debara xwe bikin tên Swêdê û li darastinan fêkiyên çolê biyanî berhev dikin. Lê balkêşe ku karker bi deyndar vedigerin welatê xwe. Eziyetê ku dikişînin têr nake, bi salan li welatê xwe dixebitin û hewl didin deynê xwe bidin.
Karkerên li daristanan, fêkiyên çolê yê wekê tureş, yaban mersînî û ahududu berhev dikin her sal di mehên tîrmeh û tebaxê dediçin Swêdê û ev karker ji Tayland û Vîetnamê diçin. Her sal ji dehezarî zêdetir karker diçin. Gelek ji wan di şert û mercên dijwar de jiyîn. Rojê 12-14 saet dixebitin û sala borî bi armanca van protesto bikin gelek çalakî pêk anîbûn.
Îsal tenê ji Taylandê 6 hezar karkerên demsalî ji bo xebatê anîn. Rayedaran ji bo tiştên neyînî yên sala borî pêk hatin, îsal pêk neyê gelek tedbîr girtin. Şertê ku divê mehê herî kêm 18 hezar 500 kron bidin karkeran û şîrketên kirêkirinê yên karkeran dişînin Sêdê jî peymana komê pê hat îmzekirin. Her wiha di nava tedbîran de dayîna raporê û şert û merc li gorî qanûnane an na jî hene.
HETA DAWIYA JIYANA XWE DEYN DIDIN
Thaî Labour Campaîgn (TLC) ku li Taylandê xebatan dimeşîne diyar kir ku di warê karkerên demsalî de welatê herî xerab Swêde û ji her deh kesî 6 heb bi deyndar vedigerin û ji vana hinek di seranserê jiyana xwe de her tim deyn didin.
TLC’ê da zanîn ku ligel ku tedbîrên hatine girtin erênî dibîne jî heqê hatin û çuyîn, cih û war ji wan diçe û ji ber vê jî karker pere wenda dikin. Em dixwazin ku sendîkaya Swêdê ji bo vê pirsgirêkê bikeve dewrê.
Ji bo karkerên ji Tayland û Asyayê tê girtin, her çiqas hinek tedbîr hatibin girtin jî, li Rojhilatê û Ewropa û Balkanan û bi taybet jî yê ji Bulgarîstanê tên di şert û mercên hovane de dijîn. Karkerên tên Swêdê keda wan tê mêtîngerkirin.
Li Bulgarîstanê ji ber krîza aborî û zêdebûna xizaniyê bi dehezaran kes li welatên Ewropayê li kar digerin. Îsal di nava wan de mamoste û endezyar jî hebûn bi hezaran kes hatin Swêdê û li daristanan fêkiliyên çolê berhev kir.
Li daristanan di konên ku avakirin de jiyan. Xwediyê daristanan jî serî li polîsan dan û diyar kirin ku ereziyên wan hatine dagirkirin.
4 ROJAN MEŞIYAN
Yên ji Bulgarîstanê tên bi hevkariya fîrmayan tên. Yên ku karkeran ji Bulgarîstanê dikin erebeyan û tînin, ger ku karê wan rast neçe ji holê wenda dibin. Karkar jî li holê dimînin. Rojek berê karkerên Bulgar yên bi navê Todor Todorov û Mîlen Chavdarov diyar kirin ku ji ber ku li daristanan fêkî zêdet tune kesên ew anîne wenda bûne û ji ber vê yekê neçar mane 4 rojan bimeşin û piştî meşa 4 rojan hatine Tîerpê û vegeriyane welatê xwe.