Karê destpêkê yê rektor Ak lêpirsîna xwendekaran e

Mahmût Ak ê ku ji aliyê Serokkomar Erdogan ve bi vederkirina vîna akademîk re ji bo rektoriya Zanîngeha Stenbolê hat wezîfedarkirin, weke karê destpêkê lêpirsîn li xwendekaran vekir.

Mahmût Ak ê ku ji aliyê Serokkomar Erdogan ve bi vederkirina vîna akademîk re ji bo rektoriya Zanîngeha Stenbolê hat wezîfedarkirin, weke karê destpêkê lêpirsîn li xwendekaran vekir. Derket holê ku li sê xwendekarên bi navê A.K., F.D. û A.A. ên bi qezayê cama Fakulteya Edebiyatê şikandin, cezayê ji bo hefteyekê dûrxistina ji dibistanê hatiye birîn. Ji xwendekaran A.K. ji ANF'ê re axivî û got, "Tê xwestin ku mafê me yê perwerdeyê ji destê me were girtin."

BI QEZAYÊ ŞIKANDINA CAMÊ WEKE SÛÇ HAT DÎTIN!

Rektor Mahmût Ak ê ji aliyê Serokkomar Tayyîp Erdogan ve bi awayekî nelirê li Zanîngeha Stenbolê hat wezîfedarkirin, weke karê destpêkê lêpirsîn li xwendekaran vekir. Bi qezayê be jî şikandina cama Fakulteya Edebiyatê, ji bo dûrxistina xwendekar A.K., F.D. û A.A. a hefteyekê ji dibistanê, têrker hat dîtin. Xwendekarê pola duyemîn a beşa Dîrokê A.K. bûyer vegot û got, "Em sê heval dema me henek bi hev dikirin, bêhemdî me cama fakulteyê şikandin. Ji ber ku nû hatibû boyaxkirin, ne diyarbû ku cam e. Hindik mabû em birîndar bibin. Lê belê rêveberiya dibistanê bêyî hişyariyekê bide me, der heqê me de lêpirsîn da destpêkirin û me bihîst ku cezayê dûrxistina ji dibistanê yê hefteyekê li me birî ye."

'ÊDÎ HÛN BIFIKIRIN BÊ WÊ SIBE ÇI BIQEWIME'

A.K. da xuyakirin ku cezayên dûrxistina ji dibistanê wê di navbera 12-18'ê Gulanê de bicih bê anîn û got, "Di rewşeke normal de diviyabû hişyariyek li me bihata kirin, qet nebe ji me bihata pirsîn ka çi bûye." A.K. ragihand ku mafê wan ê perwerdeyê bi awayekî kêfî ji destê wan hatiye girtin û got, "Rektor Mahmût Ak çawa hat, eger ji ber qezayekê cezayekî bi vî rengî dibe wê demê hûn bifikirin bê wê sibe çi bibe."