Karayilan: Dewleta Tirk têk çûye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan destnîşan kir ku dewleta Tirk li pêşberî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li gelemperiya herêmê têk çûye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan, ji radyoya Dengê Welat re daxuyaniyên girîng da.

Karayilan bersiv da pirsên li ser mijarên; tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê, hewldana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, têkiliyên PDK-AKP'ê, êrîşên bi balafirên şer, nûçeyên şerê psîkolojîk ên AKP'ê û êrîşeke gengaz a li dijî Efrînê.

Karayilan diyar kir, dewleta Tirk ji bo têkçûna xwe ya li pêşberî Kurdan binixumîne, dikare êrîşî Efrînê bike, lê belê wê li berxwedaneke dîrokî rast bê. Karayilan di vê mijarê de bal kişand ser helwesta Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA).

Hevpeyvîna bi Karayilan re wiha ye:

2 sal di ser berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê re derbas bûn. Di vê pêvajoya berxwedanê de bi taybetî ji roja 14'ê Kanûnê û pê ve dewleta Tirk hovîtiyeke mezin li gel kir. Bi vê munasebetê hûn bi taybetî wê pêvajoya berxwedanê çawa dinirxînin?

Ez di destpêkê de cejna civaka me ya Êzidî Cejna Êzî li tevahiya civaka me ya Êzidî, li tevahiya endamên YBŞ'ê û li tevahiya hevalan pîroz dikim. Em hêvî dikin ev cejn bibe wesîleya yekîtiya hemû gelê me û civaka Êzidî. Ji bo di paşerojê de li Şengala xweser û demomkratîk cejn bê pêşwazîkirin hewldan û têkoşîn wê bidome. Di destpêkê de ez tevahiya şehîdên berxwedana xweseriya demokratîk di şexsê hevrê Çiyager, Xebatkar, Zeryan, Axîn û Rûken, Çeko û hevrê Îslaman de bi bîr tînim. Li ber bîranîna wan serê xwe ditewînim. Ew qehreman di dîroka gelê Kurd de pelekî nû vekirin. Li kolanên bajarên Kurdistanê destanên qehremaniyê nivîsandin. Em ê her tim wan bibîr bînin û berxwedana wan a fedayiyane bi ruhê Apogerî di têkoşîna me de cihekî xwe yê mezin heye. Em ê her tim şopdarê wan bin. Niha di sala 2015'an de li hember êrîşên faşîst ên polîsên AKP'ê, gelê me taxên xwe parastin. YDGH di parastinê de rol hilgirt û meclîsên bajara ji bo taxa xwe bi xwe birêvebirin weke xweserî fermî îlan kirin. Ev di sîstemên demokratîk de tiştekî rewa ye, mafekî rewa ye. Û çareseriya wê bi rêbazên cuda dikarîbû bibûya. Lê rejîma AKP'ê ji xwe dixwest li Kurdistanê şîdetê bi kar bîne, beriya wê ew plana 'Têkbirinê' xistibû bin biryarê. Ji xwe eger bajaran helwesteke bi vî rengî nîşan nedabûna jî wan dixwestin êrîşê bibin ser bajarên Kurdistanê, bi taybetî bibin ser Cizîrê, Nisêbîn, Şirnex, Sûr û Geverê. Planeke wan a bi vî rengî hebû. Ji ber vê xwestin bi tevahiya artêşa xwe êrîşeke berfireh bikin. Di destpêkê de Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşê got 'çi karê tankan li bajaran heye?' Lê piştre me dît di 14'ê Kanûnê de biryar hate girtin ku dewleta Tirkiyeyê bi artêş, tank, polîs, bi hemû hêzên xwe biçe ser van bajarên li ber xwe didin. Wisa li bajarên Kurdistanê pêvajoyeke qirkirin û komkujiyê dan destpêkirin. Bi taybetî taktîkek bi rê ve birin. Ji bo ku berxwedana li bajaran bişikînin, bajar dorpêç kirin û pêdiviyên jiyanî li ser gel qut kirin. Weke av, elektrîk, xwarin her tişt qut kirin. Ji bo jiyana civakî li wir nemîne û di heman demê de bomberdûman kirin. Yanî negotin zarok e, jin e, extiyar e her kes dan ber xwe. We dît; mesela li Cizîrê însanê du mehî jî şehîd kirin, 8 mehî jî şehîd kirin. Û yê 78 salî jî şehîd kirin. Birayê ku dixwaze cenazeyê xwe rake, bi sûîqestê wî jî li ser şehîd dixin. Û cenazeyên wan bi rojan li erdê dimînin. Cenazeyê Dayika Taybet li Silopiyayê 7 rojan li ber deriyê mala xwe li naverastê ma. Faşîzmeke gelekî dijwar li ser gelê me meşandin. Armanc ew bû ku bajaran vala bikin û berxwedanê bişikînin. Dema ku wisa ambargo û dorpêç çêkirin, derfeta jiyana civakî nema yanî gel ji neçarî koç kir. Piştî 40 rojî, piştî 2 mehan, hinek jî piştî 4 mehan koç kirin. Dema ku gel koç kir, ew parazvanên taxan man. Wan jî bi pêşengtiya ciwanan parastin dikirin. Dema ku artêş kete meriyetê û bi her awayî êrîş kirin, wan jî xwe weke YPS îlan kirin. Yanî berxwedêr ji wir neçûn. Berxwedêran li taxên Kurdistanê, li her bajarî bi serê xwe weke destanek avakirin. Li Sûrê, li Cizîrê, li Şirnex, li Nisêbîn, li Hezexê, li Geverê û li gelek deverên din ciwanên Kurd bi rastî jî ruhekî mezin nîşan dan. Berxwedaneke pir dîrokî kirin. Bi vî awayî, dibe ku dijmin bajar xera kir, lê nekarî gel bixe. Nikarîbû îradeya gel û berxwedêran têk bibe. Bi vê berxwedana dîrokî, dijmin şikest. Mesela 9 mehan nikarîbûn bikevin nava Nisêbînê. Şirnex dîsa wisa. 105 rojan tevahiya artêş li hundirê Amedê, 60 şervanên bi pêşengtiya fermandar Çiyager de pê re şer kir. Wan bi berxwedana xwe ew xistin. Bi vî rengî pêvajoyeke pir dîrokî rû da. Û piştre jî dijmin ji wan kolanên ku berxwedana dîrokî hate nîşandan aciz bû û nexwest ew kolan wisa bimînin. Mesela, di şer de heta astekê hin dever xera bûn, lê belê dewleta AKP'ê piştre biryar girt ku ew cihê lê şer bûye tevahî xera bike. Heta yê şer lê çênebûye jî xera bike. Mesela 85 ji sedî yê Şirnexê xera kirin. Halbûkî di şer de belkî 5 ji sedî xera bûbû. Deverên din jî wisa. Dijmin di vir de rûyê xwe yê faşîst û hovîtiya xwe eşkere kir. Welhesil pêvajoyeke wisa pir dîrokî rû da. Ev yek di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de pêngaveke gelekî girîng e. Wan qehremanan li ber xwe dan, bi rastî jî rûmet û şerefa gelê me parastin. Li ser bîranîna wan têkoşîna azadiya Kurdistanê wê hîn zêde bibe û xurt dibe. Di vir de bêguman kêmasî jî hene. Yanî kêmasî, beriya her tiştî; pêşengan, pêşengên li nava gel, yên ku bi gel re mijûl dibin eger gel amade bikira û pêwîstiyên gel amade bikira, weke erzaq, av, sîstema tenduristiyê bi rêxistin bikira, amadekariyek hebûya wê wisa koçberî jî nebûya. Di vir de kêmasî hebû. Heta pêşengtî nehat kirin. Mirov dikare bêje li gelek cihan, yên ku lazim bû pêşengtiyê bikin, xwedî li pêşengtiya xwe derneketin. Weke rêveberiya vê tevgerê em nikarin bêjin 'hinekan erka xwe pêk neanî yan jî anîn'. Yanî nabe ku em berpirsyariyê ji stuyê xwe biavêjin. Berpirsyarê vê em in. Û rêveberiya me ji ber ku ev pêvajo weke ku tê xwestin ji aliyê gel ve nehatiye amadekirin, rexneyê xwe dide. Eger hemû pêwîstî pêk bihata, weke tê xwestin rêxistin, sîstema xweser bihata avakirin, ango weke sîstema tenduristî, aborî, parastin xurt bihata tevgerkirin dibe ku encamên xwe cuda bûya, dijmin bi temamî bişkesta. Ev mumkun bû, heta ev pratîka ku niha rû da, nîşan da ku eger mirov amadekariya pêwîst ji berê ve bike, bi esasî mirov dikare dijmin ji bajaran derxînin. Ev derket holê. Ji ber vê, diviyabû rêveberiya me serederî ji vê re bikira, pêk bianiya û bimeşanda. Di vir de kêmasî derket, ji ber vê jî kêmasî yê li ser kar in. Kadroyê li ser kar in. Lê berpirsyarî aydî rêveberiya me ye. Ji xwe rêveberiya me ji ber vê rexneyê dide û em dixwazin wisa hîn zêde encamê jê derxînin. Ji bo ku em karibin bîranînên van şehîdan bi rastî jî bikin berhemek, ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li ser van şehîdên qehreman bi pêş bikeve û bi ser bikeve divê mutleqe dersên pêwîst jê bên derxistin û bersiva pêwîst jî di pratîkê de bê dayin. Nêzîkbûneke bi vî rengî wê bibe nêzîkbûna rast a li vê berxwedanê û van şehadetan. Vê berxwedanê di nava têkoşîna me de rê li ber serdemeke nû ya fedayî û gelêrî vekir. Pêşveçûnek çêkir. Sîstema dijmin hejand. Bala xwe bidin ser; dijmin niha ancax dikare bi qanûna awarte bimîne. Ji ber ku dijmin jî nas kir ku bi esasî li van deveran cihê xwe tine ye. Cîhanê fêhm kir ku vî dijminî ev der dagir kiriye, dagirkeriyê dike û bi zora xwe li vir e. Ev di vê pêvajoyê de hîn zêdetir eşkere bû û eger mirov li ser tecrûbeyên derketina holê kar bikin, mirov dikarin têkoşîna azadiya Kurdistanê li ser esasê xweseriya demokratîk hîn zêde bilind bikin û bi ser bixînin.

Ev pêvajoyeke dirêj e tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan di rojevê de ye. Ev tecrîd her diçe giran jî dibe. Gelê Kurd û dostên gelê Kurd jî ji bo rakirina vê tecrîdê di nava çalakiyan de ne. Di vê dema dawî de em dibînin ku ev tecrîd ne tenê li Îmraliyê, lê li hemû girtîgehên din jî tê kirin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Di serî de ez berxwedêrên li Strasboûrgê silav dikim. 54 roj in li ber wê sermayê çalakiya rûniştinê dikin, li pêşiya Konseya Ewropa û CPT. Wekî din li hemû welatên Ewropayê çalakî hene. Li Rojavayê Kurdistanê çalakî hene. Li Bakur heye, başûr heye. Car carna li Rojhilat çêdibe. Rêber Apo ne kesekî ji rêzê ye. Her kes bi vê zane. Rêberiya gelê Kurd e. Û vî gelî 10 milyon îmze kom kir û gotiye 'Serok Abdullah Ocalan îradeya me temsîl dike'. Ev îmze jî radestî saziyên Ewropayê kir û di noterê de hatiye tesdîqkirin. Yanî hatine jimartin; 10 milyon însanî îmze kirine. Û niha dewleta Tirkiyeyê li ser Rêber Apo sîstema Îmraliyê ya êşkenceyê, tecrîda giran dimeşîne. Vê yekê li ser îradeya gelê Kurd dimeşîne. Helwesta dagirkeriya Tirkiyeyê li hemberî Rêber Apo helwesta li hember gelê Kurd e. Dewleta AKP'ê û Erdogan tiştên li Îmraliyê dike baş dizanin bê tê çi wateyê. Û her kes jî baş pê zane. Ew dijîtiya gelê Kurd dikin. Ew ji gelê Kurd ditirsin. Ji têkoşîna azadiya Kurd ditirsin. Lewma wisa li ser Îmraliyê vê sîstema ku qet hemtayê xwe li cîhanê tine ye dimeşîne. Ditirsin ku dengê Rêber Apo bigihêje gel û gel jê hêzê bigire. Bigihêje tevgerê û tevger hêzê jê bigire. Ji ber vê tirsê vê dike. Ji ber ku ew dixwazin têkoşîna azadiya Kurd bişkîne. Li hemberî vê îro berxwedanek heye, li Îmraliyê jî, li hemû zindanan jî, li Kurdistanê jî, li çiyayên Kurdistanê jî berxwedanek heye. Yanî şerek e. Tiştên ku em dixwazin herî zêde her kes bizanibe, raya giştî ya cîhanê bizanibe ev e. Di vî şerî de AKP qanûnên şer nas nake, pîvanên şer pêk nîne, şer bi rengekî bê exlaq dimeşîne. Faşîzm û zilmê li êsîran dike. Ev yek tiştekî ku cihê rexneyê û nîşaneya dijminatiya dagirkeriya Tirkiyeyê ya bê sînor e. Wekî din mirov zane ku ev têkoşîneke. Di vir de lazim e gelê me zanibe, Rêber Apo temsîla gel dike. Bi vî rengî êrîşî Rêber Apo dikin ji ber ku dixwazin îradeya gelê me biperçiqînin. Ev êrîş li ser gelê me ye. Her mirovekî me yê li Kurdistanê û li derveyî welat, divê vê êrîşa li Îmraliyê weke êrîşek li ser xwe bibîne. Û bi vî rengî li dijî vê êrîşê bêdeng nemîne. Divê her kes xwe bi rêxistin bike. Êrîşên li Îmraliyê yên li ser Rêber Apo ne êrîşeke ji rêzê ye. Êrîşek li ser tevahiya gelê Kurd, li ser îradeya gelê Kurd e, li ser rûmeta gelê Kurd e. Ji ber vê yekê, her Kurdê ku dibêje 'ez Kurd im' û her demokratê ku dibêje 'ez demokrat im' li hemberî vê derkeve. Her kes dizane, heta ku ev sîstema êşkenceyê li Îmraliyê hebe wê li Tirkiyeyê jî tiştek pêk neyê, demokrasî çênabe. Yanî îro rêya azadiya civaka Kurd, rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê, rêya demokratîkkirin û şoreşa Rojhilata Navîn hinekî di vir re derbas dibe. Ji ber vê jî êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê li ser Rêber Apo tenê ne li ser gelê Kurd e, di heman demê de li ser paşeroja gelê herêmê ye. Bi dîtina me divê her kes bi vê wateyê binirxîne û li hemberî vê zilmê raweste, xwedî helwest be û li her derê beşdarî çalakiyan bibe. Lê ev jî heye; yanî em dizanin ku berpirsyarê vê em in. Eger me di wextê de erka xwe pêk bianiya, wê dijmin ev derfeta nedîta. Nimûne; weke bersiva me da pirsa we ya beriya niha, yanî di bajaran de Rêber Apo li ser 9 xalan perspektîf pêşkêş kiribû. Eger li gorî wan 9 xalan amadekarî pêk bihata wê dijmin nikarîbûya wisa bi berfirehî êrîş bibira ser bajaran. Û mumkun bû ku rewş cûda bûya. Em zanin, bi esasî berpirsyarî aydî tevgera me ye, rêveberiya me ye. Em berpirsyarê vî karî ne. Lê belê her kes jî divê li vê heqîqetê xwedî derkeve. Êrîşên li ser Rêbertî û bi wesîleya Rêbertî êrîşên li ser tevahiya civakê divê her kes li dij derkeve. Ev jî heqîqeteke ber bi çav e. Êrîş li ser her kesî ye. Lê bêguman berpirsyarî herî zêde li ser milê me ne. Em dinerin; ev sîstema Îmraliyê ku li cîhanê hempayê xwe nîne, ne exlaq tê de heye, ne hiqûq tê de heye, ne mirovtî tê de heye, mafên mirovan binpê dike, ji her alî ve kêfî ye. Vê sîstemê hêdî hêdî li zindanên din jî belav dike. Niha agahî tên, nûçe belav dibin, yanî ji zindana Aydinê heta ya Wanê li her deverê her diçe zilm tê kirin. Ev zîhniyeteke faşîst nîşan dide. Zilm heye. Li hemberî vê bêguman berxwedana girtiyan heye. Vaye niha di nûçeyan re derbas dibe, li Xarpêtê 49 roj in li qewîşa jinan berxwedan heye, grev heye. Belkî ji hemû zindanan me hê agahî negirtiye, li gelek zindana bi şêwazên curbecur berxwedan heye. Ji ber ku li wê derê mafên mirovan tên binpêkirin, onir û heysiyeta mirovan tê perçiqandin. Bêguman li dijî vê seknek heye. Ev jî heqîqeteke ku rejîma AKP-MHP'ê ya bi pêşengiya Erdogan îro li Tirkiye û Kurdistanê faşîzmê dimeşîne. Faşîzmeke dijwar dimeşîne. Di nava gel de jî dimeşîne, li zindanan jî ev rastiya wan hîn zêde eşkere dibe. Li hemberî vê, em ên li derve jî divê bêdeng nemîne, li dijî vê rewşa li derveyî mirovahiyê em weke dengê mirovahiyê li hember vê zilma li zindanan rawestin. Ev jî erka her kesê ji xwe re dibêje, 'ez demokrat im, welatparêz û şoreşger im'. Li hemberî vê têkoşîn divê û pêwîste têkoşîn bê dayin.

Bi taybetî duh di nûçeyan de jî derket, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî li aliyê Xakurkê artêşa Tirk dest bi operasyonekê kir. Hûn vê rewşê çawa dibînin?

Rast e, duh nîvê şevê li ser herêma Xakurkê bi balafiran bomberdûmaneke pir berfireh û demdirêj hate kirin. Li herêma Geliyê Reş, Kaniya Reş, Evdalkovî, Deşta Heyatê li wan deveran destpêkê êrîşên hewayî hatin kirin. Dûre jî hinek deverên ku weke axa Başûrê Kurdistanê tê hesibandin, di fermî de axa Başûrê Kurdistanê ye ji aliyê Tirkiyeyê ve hate dagirkirin. Niha li Deşta Heyatê girê Siro heye û sirtên Mavan heye. Ew dever niha girtine Li van deveran gerîla nîne. Weke erdekî nizm e û weke deşt e. Yanî kêleka Xakurkê ye, ne Xakurkê bi xwe ye. Lê belê ji ber ku dijmin ditirse bomberdûman li ser Xakurkê kir û di wê navberê de li wê deştê leşkerên xwe bi qedemeyekê bi pêş de anî. Ew gir, girê Siro girtî ye. Ji xwe vala bû, ti gerîla li wê deverê tine. Bûyerê çêbûye wisa ye. Ev ê fireh bibe, weke operasyonekê berê xwe bide Xakurkê an na, ew ne zelal e. Berê xwe bide Xakurkê, bêguman wê li hemberî wê berxwedaneke cidî çêbibe. Şer wê bibe. Yanî ne hêsan e ku were bikevin Xakurkê. Ev ji bo wan tiştekî ne hêsan e û ne mumkun e. Yanî wê şerekî berfireh çêbibe. Lê belê niha li kêlekê ye. Yanî li Geliyê Reş ava Hecî Beg derbas kirine, wisa hatine û ew gir girtine. Ev girekî axa Başûr e. Li gorî ku di nava gel de tê gotin, dibêjin ku haya hikumeta herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê ji vê heye. Û kesekî nerazîbûn nîşan neda. Dibe ku ev rast be. Çima hatine ew gir girtine? Ew gir li sêgoşeyekê de ye. Ji bo tevahiya wê herêmê, li ser xeta Başûr jî çûn û hatinan û hemû tevgerê di bin kontrolê bikin, ji bo dagirkeriya Tirkiyeyê ew gir girîng e. Ji ber vê yekê girtine. Bêguman ev cihê rexneyê ye. Çima çav tê girtin ku dagirkeriya Tirkiyeyê were wî girî bigire. Ew gir ne di destê me de ye. Ew li jêr e, em li wir nînin. Lê belê ji bo me li wir in, em bi wê zanin. Ji bo gelê me, ji bo xelkê me yê li wir ticaretê dike, diçe û tê ji bo her tiştî kontrol bikin hatine wir girtine. Dibe ku tenê di wê astê de bimînin. Divê mirov îro, sibe bişopîne. Hevalên me jî li wir amade ne, dişopînin di dewrê de ne. Eger bixwazin ber bi pêş ve bên, ber bi Xakurkê ve werin ji xwe weke me gotî wê şer jî berfireh bibe. Ew operasyon niha di vê astê de ye. Mirov wisa dikarin bêjin.

Di vê derbarê de gelek nûçe derdikevin. Dewleta Tirk bi taybetî xwe weke serketî nîşan dide. Heftane jî bîlançoyan dide, dibêjin 'her hefte me ewqas gerîla tine kirin'. Vê hefteyê jî gotine me 29 gerîla tine kirine. Ev nûçe çiqasî rast in?

Em êdî hewce nabînin ku bersivê bidin her derewên Tirkan. Lê belê divê gelê me û her kesê li me guhdarî dikin bizanibin; dewleta Tirkiyeyê nûçeyan nade, lê şerekî psîkolojîk dike. Mesela televîzyonên wan. Em bêjin bûyerek qewimiye, li derekê çend cebilxane girtine. Ya jî tiştekî din qewimiye. Bûyerê nabêje wisa bûye wisa bûye, dibêje 'PKK darbeyê li ser darbeyê dixwe'. Yanî her tim dibêje 'em bi ser dikeve û PKK derbê dixwe'. Ev şerekî psîkolojîk e û derew e. Yanî di vê hefteya bihurî de ewqas hevalên me şehîd neketin. Her ku ew bomberdûmanê li ser Başûr dikin dibêjin, her carê li gorî xwe qiyasekê diyar dike, tiştekî welê nîne. Derewan dikin. Yanî şerekî psîkolojîk e. Şerê psîkolojîk çi ye? Derew e. Yanî tuyê derewan bike. Qanûna şerê psîkolojî ew e; 20 derewan di berdêla rastiyekê de dibêjin. Yanî hewl dide mirovan pê bidin bawerkirin. Ew jî bi vî rengî nêz dibin. Ev ne rast e. Lê şer bêguman heye, operasyon hene. Em dizanin di vê hefteya bihurî de dagirkeriya Tirkiyeyê li gelek deverên Kurdistanê operasyon kir, lê belê operasyonên wan bê encam min. Binketî ne, encam negirtiye. Hem êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, hem jî operasyonên xwe yên li bakur di vê dema dawî de ti windahî nîne, ti temas nebû. Xuya ye ku hêzê pozîsyonê cih û warkirinê temam kiriye. Di vir de tişta girîng ew e ku divê her kes hîn bêhtir baldar be. Ji bo veşartinê, ji bo valaderxistina dijmin divê her kes ji aliyê xwe ve fedakariyê bike. Pîvanên veşartîbûnê pêk bîne. Ez bawerim ku hemû heval, hemû yekîneyên gerîla di vî warî de hesas tevbigerin hemû êrîşên dijmin wê vala derkevin. Ewqasî balafirên xwe yên keşfê digerin, ewqasî bomberdûman dike û ewqas operasyonan dike. Yanî eger gotinên wan hemû rast bûna, niha em hemû tine kiribûn. Ne wisa ye. Eşkere ye, hinekî tedbîr heye, hinekî tecrûbeya gerîla heye û ev kiryar û hewldanên wan vala derdikevin. Di vê mijarê de em dibêjin, lazim e her fermandar, her şervan û xebatkar hîn zêde hesas bin, hîn zêde ziravî û kûranî bi pêş bixe ji bo ku mirov bi temamî dijmin vala derxîne û dijmin bixîne. Erk ne valaderxistin e, erk ew e ku dijmin bê şikandin. Ev hewldanên wan êdî bi dawî bibin. Erka me esasî ev e. Ji bo em bigihêjin vê jî, lazim e em di vê zivistanê de bêhtir haziriyê esas bigirin, lê hûrbûn pêş bixin, giraniyê bidin perwerdeyê, têkiliyên navxweyî, ruhê hevaltî û hevalbendiyê xurt bikin. Wekhevî û azadbûnê kûr bikin. Bi vî rengî hevdu xurt bikin. Yanî em amadekariyê li ser vî hîmî kûr bikin. Eger her kes di vê erkê de bi fedakarî tevbigere, xwe berpirsyar bibîne û tê de kûr bibe, em bawerin ku wê hem di warê ewlekariyê de tedbîrên pêwîst bên girtin hem jî amadekarî bên kirin. Bi vî rengî dijmin vala bê derxistin.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê bi hemû germahiya xwe di rojevê de ye. Aliyekî dewleta Tirk zimandirêjiyê li ser Efrînê dike, ji aliyekî ve xwe weke parêzer Qudsê dibîne, yanî gelek tiştên wan ên hevdu nagirin derdikevin holê. Bi wan ve girêdayî, bi taybetî rewşa Efrînê ya dawî çawa dinirxînin?

Dewleta Tirk û hikumeta AKP-MHP'ê di pêvajoyeke herî tengav de ye. Hewldanên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê encam negirt. Bi esasî siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn hilweşiya. Mîhvera siyaseta Rojhilata Navîn dijîtiya Kurd bû. Û ev jî bi ser neket. Wan xwestin di guhertin û veguhertinên di paşerojê de li Sûriyeyê an jî li tevahiya herêmê dibin Kurd negihêjin ti mafî, Kurd nebin xwedî statu. Heta li Başûrê Kurdistanê statuyek heye, wê statuyê teng bikin. Van gotinan ne ku em niha dibêjin e, em 4-5 sal in dibêjin. Bala xwe dibinê; derfet çêbû yanî siyaseta Başûrê Kurdistanê şaşî kir, derhal dewleta Tirk ket dewrê, çû Îranê, çû Iraqê tifaq çêkirin. Ji bo ku statuya Başûrê Kurdistanê tengav bikin çi ji dest hat kir. Çima? Ji ber ku berê Tayyîp Erdogan got; ji encama şaşiyên me li Başûrê Kurdistanê statu çêbû. Got, 'ew ji bo me kêmasiyek bû'. Ev tê çi wateyê? Kengî derfetê bibîne wê bixwaze wê statuyê ji holê rake. Me ev tişt her tim got, lê bi şiklekî me nikarîbû bi van siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê bidin fêhmkirin. Yan jî wan nexwestin fêhm bikin. Niha fêhm dibe ku piştî ewqas bûyer qewimîn, mixabin hîn jî dersa pêwîst dernexistine. Hîn jî daxuyaniyê didin dibêjin, 'Em hêvîdar in têkiliyên me û Tirkiyeyê baş bibin û Tirkiye berê di rojên tengav de li me xwedî derket'. Yaw li kî derê li te xwedî derket? Tirkiye ji bo te berde hev, ji bo xwîna Kurdan birijîne belkî carna merheba li te kir, lê esas dijminê te ye. Ew kî bû ku 60 rojî li deşta Silopiya leşkerên xwe hazir kir û tetbîqat kir û car carna digot 'ez ê şevekê ji nişka ve werim'. Ew ji bo kê digot? Ma ne ew ji bo rêveberiya PDK'ê digot, ji bo malbata Barzanî wisa digotin. Digot 'şevekê ez ê ji nişka ve werim'. Kê ev digot? Erdogan digot. Ê niha radibe bi heman rengî dibêje 'hêvî dikim têkiliyê me baş bibin'. Ev tê wateya teslîmiyetê. Yanî di siyaseta cîhanî de, di lîteratura dîplomasiyê de hinek tişt hene. Eger tu wan tiştan pêk neyne tu nikare wê siyasetê bi ser bixîne. Ev tê wateya teslimiyetê. Wî ço li ser serê te rakiriye û dihejîne, tu jî li ber digere. Tu jî dibêje, 'eman em dost bin'. Niha meseleya helwesta herî bi onir û şeref çi bû? Gerek bigota 'Em dixwazin eleqeya xwe bi Iraqê re baş bikin, em ji diyalogê re amade ne, bes em ti têkiliyê bi wan dewletên ku dijîtî li me kiriye, çênakin'. Helwesta rast wiha bû. Wekî din, fêhm bû ku siyaseta yek parçeyî encamê nagire. Siyaseta ku tu pala xwe bide dewletên dagirker encam nagire. Diviyabû çi bibûya? Giranî bida siyaseta neteweyî, ya yekîtiya navxweyî, yekîtiya parçeyan, yekîtiya hemû Kurdistanê. Lê em dinerin, niha pir tevgereke wisa, feraseteke wisa nîne. Ji ber vê mirov dikarin bêjin ku jê encam dernexistine. Mixabin, encam dernexistine. Ji ber vê yekê dewleta Tirkiyeyê bi esasî dijminatiya li Kurdan ji bo xwe kiriye siyaseta xwe stratejîk. Stratejiya AKP-Erdogan dijîtiya Kurd e, li ser vê bingehê saxlemkirina desthilatdariya xwe ye, komkirina şovenîzma Tirkiyeyê li dora xwe ye û wisa xwe bi ser bixîne. Ew serxistina xwe bi tinekirina destketiyên Kurd de dibîne. Tevî vê yekê tu careke din biçe li ber bigere, hîç wateya xwe nîne. Di siyasetê de cihê xwe jî tine ye. Weke ku tê zanîn heman dijîtiyê li Rojava jî dike. Weke ku me berê got, li Cizîrê nîşan da, li Silopiyayê nîşan da ev dijîtiya Kurd. Niha li her derê nîşan dide. Lê belê li bin ketiye. Li hember Rojava li bin ketiye. Di destpêkê de El Nûsra û kesên ji xwe re dibêjin 'em artêşa azad in' xistin meriyetê. Heta 2014'an. Ew têk çûn. Dûre DAÎŞ xistin meriyetê, ew jî têk çû. Niha ew bi xwe êdî derketiye holê. Tevî hin çeteyên ku xwe bi xwe tevger kirî ye. Her kes zane ku ew ne ti îrade ne, ew sîxur in, ê pera ne. Hêzên paramîlîter in. Esas artêşa Tirk li Babê, li Cerablûsê, li Îdlibê Tirk bi xwe hene. Ne Tirk bin ew nikarin li wir hebin. Di siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn de jî di ya Sûriyeyê de jî, ya li ser Kurdan jî dewleta Tirk ne li Bakur li dijî Kurdan bi ser ket, ne jî li Rojavayê Kurdistanê li dijî Kurdan bi ser ket. Ew niha dixwaze wisa hemleyekê bike ser vê binketina xwe bigire û dizîtiya xwe veşêre. Çima? Niha di rojevê de ye. Vaye li Amerîka dadgeha Reza Zarrab heye û Alîkarê Midûrê Banka Gel Atîlla, ew jî bûye îtirafkar. Ew jî êdî ne weke sûcdar e, weke şahid li dadgehê ye. Ev dadgeh bi giranî bi Tayyîp Erdogan re eleqedar e. Yanî sûcê ku Tayyîp û şebekeya wî kiriye, diziyê ku kiriye hemû tê de eşkere dibine. Rêveberiya AKP û Tayyîp Erdogan ji vê pir ditirse. Wekî din, Girava Man derket holê. Giraveke biçûk e, li wir bac nîne. Mirovên Tayyîp Erdogan 15 milyon dolar birine wir ji bo ji bacê birevîne. Ev jî aşkere bû. Tayyîp Erdogan ji bo ku rojevê biguherîne, ji bo ev li Tirkiyeyê neyê nîqaşkirin li firsendan digeriya. Firsendek; ev meseleya Qudsê derket holê. Serokê Amerîka got, 'Em Qudsê weke paytexta Îsraîlê dibînin'. Bêguman ev ne tiştekî rast bû. Quds taybetmendiyeke xwe heye. Ji sê olên semawî re navendiyê dike û ji bo hemû olan pîroz e. Yanî tiştekî hevbeş li wir heye. Lê belê li hemberî vê Tayyîp firsend ji bo xwe dît, dixwaze rojeva Tirkiyeyê biguherîne. Ji bo wê adeta xwe lê gerand. Bang li hemû dewletên Îslamê kir, civîn çêkir, ji bo xwe firsend dît ji bo rojevê biguherîne. Di vir de hinekî hewldanên xwe encam digire. Mesela niha her li ser Qudsê diaxivin. Sextekar in. Tayyîp Erdogan ne bi hereketa Fîlîstînê re ye. Ti carî bi sadiq, bi durustî piştevaniya tevgera Fîlîstînî nekiriye. Durû ye. Yê ku esas perspektîfa çareseriyê di der heqê meseleya Fîlîstîn, Îsraîl, Kurdistan û hemû herêmê de afirandiye, dîsa Rêber Apo ye. Eger perspekîfa neteweya demokratîk li Fîlîstîn-Îsraîlê pêk were wê mesele hemû çareser bibin. Meseleya Qudsê jî meseleyeke hevbeş e, meseleya wê axê jî meseleyek hevbeş e. Wekhevî pêwîst e. Ne yekser yekdestî. Formulasyona neteweya demokratîk ji vê re dibe çare. Wekî din, Tayyîp weke tucar nêzîk dibe. Erdogan weke tucaran e. Firsend e, digire dest xwe û bi kar tîne. Ji xwe mijara ol, mijara Qudsê, li van mijarên wisa weke tucaran nêzîk dibe. Niha li ser vê pir radiweste. Ya din jî, dixwaze bêje ku 'Tirkiye di xeteriyeke mezin de ye, ez jî dixwazim Tirkiyeyê rizgar bikim. Ji bo wê pêwîste ez êrîşî Efrînê bikim. Divê her kesên ji Tirkiyeyê hez dikin, yanî yên milî hemû li dora min bicivin'. Salek ji bo hilbijartinê heye, hilbijartin nêzîk bû, ji bo wê dixwaze heyecaneke wisa çêbike, şovenîzmê geş bike, pêla şovenîzmê xurt bike. Ji bo vê dixwaze nîşan bide ku Efrîn li pêşiya Tirkbûnê asteng e, Kurd asteng in û dixwaze êrîş bike. Bala xwe bidin ser; careke din di kûrkirina dijminatiya gelan de paşeroja xwe dibîne. Em dibêjin, lazim e her kes vê fêhm bike. Yanî ev siyasetmedarên Başûr jî û her kes divê fêhm bike ku ev kes, yanî Tayyîp Erdogan û derdora wî di dijîtiya Kurd de serketina xwe dibîne. Ji ber vê di dijîtîkirinê de texsîr nakin. Ji bo her Kurdekî wisa ye. Bi vî rengî qala gelek tiştan dike û wisa dixwazin li ser Efrînê rawestin. Îhtimal heye êrîş bikin? Heye. Çima? Dixwaze rojevê biguherînin, ser dizîtiya xwe bigirin. Dixwaze xwe bi ser bixîne. Zîhniyeta Tayyîp Erdogan zîhniyetek faşîst e. Prensîbeke faşîzmê çi ye? Ev e; ji bo desthilata xwe dikare her tiştî bike. An go dikare bi hezaran mirovan bide kuştin. Xwînvexwar e yanî. Tayyîp Erdogan jî wisa ye. Ji bo karibe xwe bi ser bixîne, wê bixwaze xwîna Kurdan birijîne û hinekî yê Tirkan jî birijîne. Ev ne xema wî ye. Ji ber vê, mumkune wisa bike. Lê belê eger êrîşî Efrînê bike, yanî welê nîşan dide ku wê hema yekser têkeve nava Efrînê. Bila dinya û alem hemû zanibe, asteke artêşa Tirk a wisa nîne. Ne wisa ye. Yanî hem gelê me yê Efrînê zanibe, hem jî her kes zanibe; ev artêş 9 mehan nikarîbû biketa Şirnexê, 9 mehan nikarîbû biketa Nisêbînê. Sendroma Nisêbînê li ser çêbû. Wê çawa hema karibe bikeve Efrînê? 60-70 fedayiyên YPS'ê Nisêbîn diparast. Ev artêş nikarîbû biketa Babê, bi alîkariya Rûsyayê kete Babê. 3 mehan bi Babê re mijûl bû nikarîbû têketa. Teqata xwe nîne. Yanî welê nîşan didin ku bixwazin wê yekser bikeve Efrînê. Li Efrînê mesela tecrûbeyên YPG/YPJ'ê heye, QSD heye. Ewqas pratîka wan çêbûye. Yanî kes newêrîbû nêzî DAÎŞ'ê bibe, lê wan DAÎŞ xistin, paytexta DAÎŞ'ê xistin. Artêşa Tirk nikare bi YPG'ê. Gel û YPG bi hev re be, tenê divê gel bi hev re be, gel û şervan hev bigirin, wê nikaribe bi wan. Eger were wê bikeve. Wê derba dîrokî bixwe. Ka bila were, wê bibîne. Radibe gefan dixwe, de keremke were. Xelkê me yê li wir jî ji xwe wisa dibêje. Em bawerin ku gelê me yê Efrînê bi welatparêziya xwe, bi cesaret û fedakariya xwe û bi şervanên xwe ku wisa tecrûbe bi dest xistine, wê kesek nikaribe bi wan. Hele hele artêşa Tirk wê nikaribe wir bigire. Wê bişkê. Ev berçav e. Hêzeke ku nikarîbû 9 mehan Nisêbîn bigirta, wê çawa here Efrînê bigire? Li Efrînê ewqasî hêz heye, ewqas welatparêzî û gelê me heye. Gelê Ereb heye. Yanî berxwedana gelan heye. Li hemberî berxwedana gelan zimandirêjiya Tayyîp Erdogan ê faşîst nikare encam bigire. Lê ev heye; ew dixwazin psîkolojiyê çêbikin, şerê psîkolojîk bikin. Mîna ku pir xurt in nîşan bidin. Niha li ber Rûsyayê digerin ku Rûsya erê bike ew têkevin. Yanî şer bikin, balafiran rake. Hemû ewên xwe Rûs in. Ji xwe eger dewleta Tirk êrîşî Efrînê bike ew tê wê wateyê ku Rûsyayê jî erê kiriye. Bêyî erêkirina Rûsya ya jî Amerîka, Tirkiye ji xwe ne tiştek e. Rûsya ji bo ku ew çeteyên xwe ji Helebê derxîne, hişt ku were Babê. Eger erê bike, balafiran rake ser Efrînê, wê çaxê wê li hemberî wê çi bide Rûsyayê em bi wê nizanin. Lê belê Tirkiye dikare her tiştî bide. Divê mirov ji Tayyîp Erdogan hêvî bike. Min got, Tayyîp Erdogan tucar e. Ji bo ser dizekî û ketina xwe bigire dikare her tiştî bike. Dikare namûsa xwe jî bifiroşe. Vana wisa ne. Ji ber vê, mirov divê hêvî bike, lê belê mirov jê netirse. Yanî ku were jî wê bersiva xwe bibîne. Divê em wisa nêz bibe. Hêvî û baweriya me ev e. Ez bawerim, tiştekî wisa bibe wê hemû gelê Kurd, hemû raya giştî wê li derdora berxwedana Efrînê bibin yek. Efrîn wê ne bi tenê be, piştevaniya xwe wê xurt be. Çawa ku piştevaniya Kobanê xurt bû, ya Efrînê wê hîn zêde xurt be. Cîhan hemû wê piştevaniyê bike. Li wir wê dîrokeke nû rû bide. Hêvî û baweriya me ev e. Bi vê hêviyê em silavan dişînin ji gelê xwe yê li Efrînê re. Hêviya me li ser wan heye ku bi rastî ew namzet in tarîxekê ava bikin. Û hêzên wan ên li wir jî ji xwe di vê çarçoveyê de daxuyaniyê didin. Em jî dişopînin ku wê bi rastî jî bi ser bikevin. Em vê ji ku dibêjin? Ji ber ku pratîk diyar e. Yanî pratîka dagirkeriya Tirkiyeyê, artêşa Tirkiyeyê li ber çavan e. Wisa nikare hema biçe û bigire. Ti asteke xwe ya wisa nîne. Wekî din berxwedana Rojavayê Kurdistanê, berxwedana milîtanên YPG û YPJ'ê jî li ber çavan e. Mirov vê dide ber hev, mirov dizane ku eger Tirk werin wê dewleta Tirk li wir bişikê. Nêrîna me di vê çarçoveyê de ye.