Karayilan: Çavê AKP'ê li 6 mehên din e

Karayilan: Çavê AKP'ê li 6 mehên din e

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan diyar kir, ku ji bo hilbijartinê çavê AKP'ê li şeş mehên din e û polîtîkaya "tundiyê" ya desthilatdariya AKP'ê jî weke taktîkekê nirxand. Karayilan destnîşan kir, ku di vê demê de alternatîfên PKK'ê gelek in û rayedarên hikûmetê hişyar kir. Karayilan got, "AKP bi 'nexşeya rê' re dixwaze PKK harîkîrî li xwe bike."

Karayilan ji rojnameya Azadiya Welat re axivî û da zanîn ku pêvajoya navê çareseriyê lê hatiye kirin nêzî du sal in dewam dike û got, "Lê êdî ji pêvajoya çareseriyê derketiye."

Karayilan bibîr xist, ku piştî sala 2012'an a bi pevçûnên dijwar derbas bû, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2013'an de deklarasyonek weşandiye.

Karayilan diyar kir ku beriya vê deklarasyonê gelek caran bi wan re nîqaş hatine meşandin û got, "Heyet du caran hat cem me û çû cem Rêbertiyê. Di 8'ê Adara 2013'an de em weke Konseya Rêveber civiyan û bi temamî tevlî pêvajoyê bûn. Dewletê jî ev yek li ser vê esasê qebûl kir. Ji xwe Rêbertî digot, 'Hûn jî, dewlet jî divê qebûl bike'. Deklarasyona bi vî rengî hat weşandin. Dikare were gotin ku deklarasyona 2013'an li ser qebûla her du aliyan hat weşandin."

Karayilan da xuyakirin ku wî bi xwe aniye ziman ku bi aşkerabûna deklarasyonê re ew ê bi xwe derkeve pêşberî çapemeniyê û agirbestê îlan bike û da zanîn, ku di 25'ê Nîsana heman salê de wan rêya çareseriyê bi sê qonaxan destnîşan kirin.

Karayilan got, "Rayedarên AKP'ê der barê vê civînê de daxuyanî dadn û red nekirin. Diyare qebûl kiribûn."

Karayilan ragihandina agirbestê û pêvajoya vekişîna gerîla bibîr xist û ragihand, ku qonaxa duyemîn tedbîrên qanûnî bû. Karayilan got, "Diviyabû dewletê gav biavêta. Qonaxa sêyemîn jî normalbûyîn bû."

'AKP'Ê BI TENÊ YEK TIŞT KIR'

Karayilan diyar kir ku di meha Hezîranê de ji ber ku hikûmet bi berpirsyariyên xwe yên qonaxa duyemîn ranebû, vekişîna gerîla di Îlona 2013'an de hatiye rawestandin û destnîşan kir ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de AKP'ê heta niha bi tenê yek tişt kiriye.

Karayilan wiha axivî: "Bi tenê tiştek kirin. Qanûnek derxistin. AKP ji her alî ve bi hesabê hilbijartinê nêz dibe. Hilbijartinên Serokkomariyê hebûn. Ne diyar bû ku wê qezenç bike yan na. Dixwest pêvajoya bêçalakîtiyê dewam bike. Aliyê Kurd jî xwest gavek were avêtin. Wan jî qanûn derxistin. Ji bilî qanûna çarçoveyê, ti tedbîreke qanûnî nehat girtin. Di pratîkê de jî berpirsyariyên xwe bicih neanîn. Her wiha li gorî şert û mercên agirbestê jî tevnegeriyan."

Karayilan ragihand ku ji ber di zîhniyeta AKP'ê de cihê çareseriyê nîne hikûmet gavê neavêje û got, "Eger di mejiyê wan de cihê çareseriyê hebûya, wê gav biavêtina. Neavêtin. Di mejiyê wan de mijûlkirin û qelskirina Kurdan heye."

Karayilan da xuyakirin, ku armanca AKP'ê bi demê re tinekirine û destnîşan kir, ku di pêvajoya agirbestê de hin şert hene ku divê dewlet bicih bîne.

Karayilan got, "Ya yekemîn, divê qereqolên nû neyên çêkirin. Ya duyemîn, çêkirina bendavên xaka Kurdistanê di binê avê de dihêle û ji bo dortengkirina gerîla tên çêkirin, bê rawestandin. Her wiha divê dest ji çêkirina rêyên leşkerî were berdan."

Karayilan diyar kir ku dema wan destpêkê ev şert danînin holê dewletê ji vê re negot na û got, "Lê piştre bi biryardarî qereqol çêkirin, bendavên leşkerî derxistin pêş. Bi gotineke din agirbest binpê kirin û xwe ji bo şer amade kirin."

'HIKÛMETÊ DI 2013'AN DE LI HEMBERÎ ROJAVA ŞER ÎLAN KIR'

Karayilan got, "Ya herî girîng jî, dema me li Bakurê Kurdistanê agirbest îlan kirin, hikûmeta AKP'ê di Tîrmeha 2013'an de li dijî Rojava şer îlan kir. Destpêkê bi destê hin komên ji mûxalefeta Sûriyeyê ev kirin, lê serkêşiya van koman dîsa DAIŞ'ê dikir. Yanî bi destê wan, li dijî sê kantonên Rojava şer îlan kir."

Karayilan da zanîn ku ev şer hînê dewam dike û got, "Ji ber ku naxwazin kanton mînak bên girtin."

Karayilan careke din dubare kir ku di pêvajoya çareseriyê de gav nehatiye avêtin û da zanîn ku li Îngilîstan, Spanya, Belçîka, Swîsre, Latîn Amerîka, Qanada, Hîndîstan û Rûsyayê pirsgirêk çawa çareser bûne, divê li Tirkiyeyê jî çareserî pêk were. Karayilan got, "Çareserî jî xweserî ye."

Karayilan got, "Di rewşa heyî de AKP xwedî zîhniyetê çareseriyê nîne" û der barê nexşeya rê ya hikûmet îdîa dike de nirxandin kir.

Der barê pirsa li ser daxuyaniya Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik de, ku gotibû 'haya me ji nexşeyeke bi vî rengî nîne' Karayilan ev bersiv da:

'DIXWAZIN HARÎKÎRÎ BI PKK'Ê BIDIN KIRIN'

"Rast e, me nexşeya rê nedîtin. Ji hin gotinên 'gerîla wê çawa teslîm bibin' re nexşeya rê nayê gotin. Nexşeya rê, rê û rêbaza meşa di wê rê de nîşan dide. Nexşeya rê ya AKP'ê xwedî çareseriyê nîne. Tişta ku AKP dixwaze ew e ku PKK 'Harîkî' li xwe bike. Ya ku ji me dixwaze ev e, lê ev ne pêkan e."

Karayilan, di serî de Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan zimanê rayedarên hikûmetê rexne kir û anî ziman ku Erdogan êrîşî her kesî dike.

Karayilan da xuyakirin ku Erdogan êrîşî HDP, CHP, rêxistinên civakî yên sivîl û her kesên alîgirê çareseriyê dikin û got, "Li ser Kurdan hesaban dikin. Dixwaze hemû Kurd tevlî wan bibe, Kurd nebin xwedî vîn. Bi vî rengî çareserî nabe."

DIXWAZIN ŞEŞ MEHÊN DIN DEMÊ QEZENÇ BIKIN

Li ser tevgera balafirên keşfê yên li herêmên gerîla Karayilan got, "Ez ne bawerim ku dixwazin vê pêvajoyê veguherînin şer. Stratejiya wan ew e ku bi rewşeke bêçalakîtiyê bikevin hlibijartinê. Piştî hilbijartinên meha Hezîranê wê helwesta xwe ya bingehîn nîşan bidin. Guman hene ku piştî hilbijartinan êrîşî me bikin. Em dikarin bêjin ku tundiyek tê jiyîn. Ev tundî ji bo em bi paş ve gavê biavêjin, tê kirin. Tatktîk e. Dixwazin şeş mehên din demê qezenç bikin. Hewldanê ji bo qezençkirina demê ne. Li holê tiştek nîne lê teqreqê dikin."

Karayilan bal kişand ser bûyerên 6-8'ê Cotmehê û got, "Kurdan şîdeta AKP'ê dîtin û ji bo xwedî li Kobanê derkevin, refleks nîşan dan. 6-8'ê Cotmehê serhildana Kurdan, refleksa xwedîderketina li xwe û neteweya xwe bû û gelekî bi qîmet bû."

Karayilan, piştî ku pirsa "Ev berxwedanek bû. Çima vê rûda?" pirsî, Erdogan nîşan da û got, "Sedem tu ye."

'PKK DI VÊ DEMÊ DE NEÇARÎ KESÎ NÎNE'

Karayilan daxuyaniya Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç ê digot, "Em ne neçarê pêvajoyê ne" nirxand û got, "Tuyê bêjî qey em gelekî neçar in. Ne welê ye. Destê siyaseta Kurd ji her demê bêtir xurt e. Bila Bulent Arinç û tevahiya rayedarên dewletê bizanibin, ku li gel PKK'ê alternatîf gelek in. Di vê dema ku pirsgirêka Kurd bi hemû giraniya xwe ket rojevê û bala raya giştî li ser e de, hemû bendên berê hatin hilweşandin. PKK di vê demê neçarî ti kesî nîne. Lê bêguman pêwîstiya gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê bi jiyana aştiyane, biratî, dostanî û wekheviyê heye. Lê bila her kes bizanibe u pêwîstiya kesî bi AKP'ê nîne."

Karayilan nerazîbûn nîşanî zêdekirina rola polîsan a di bin navê ewlekariya cemaweriyê de hat kirin da û got, "Bi 'ewlekariya cemaweriyê' re dixwazin her kesî teslîm bigirin. Kurd êdî teslîm nabin. Li ti cihî teslîm nabe."