Karayilan: Biryar girtin ne hêsane
Karayilan: Biryar girtin ne hêsane
Karayilan: Biryar girtin ne hêsane
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan diyar kir ku fikarên wan ên der barê nêzîkatiya hikûmeta AKP’ê hêj der bas nebûne û got ne hêsanek ku wisa biryarekê bigirin. Karayilan diyar kir ku ji bo biryareke zelal û diyar tenê çûyîn û hatine BDP’ê têr nake û got raste rast hewcedarî bi têkiliyekê heye.
Karayilan pirsên ANF’ê yên der barê rojevê de bersivandin. Karayilan diyar kir ku dîlên di destê wan de dê di nava hefteyekê de berdin û hevdîtinên BDP-KCD’ê nirxandin.
Karayilan serdana heyeta BDP-KCD ku piştî hevdîtina duyemîn ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û serdana Qendîlê de axivî û got: “Cara yekemîn di asta hevserokatiyê de heyetek BDP’ê hat qada me . hevdîtin bi wan re hat kirin. nameya serokatiya me j ime re anîn.name bo me gelek girînge. Ez careke din ji bo heyeta BDP’ê ku bi ev emanet bi awayekî saxlem ji me re anîn spas dikim.
Karayilan balkişand ser êrîşên hewayî yên beriya vê serdanê û got: “Ev tê çi wateyê ez ji wijdana rayagiştî re dihêlim. Ne tenê wê şevê, beriya wê jî operasyon pêk hatin. Ji ber vê me got em heyetê wisa qebûl nakin. Her çiqas ev helwestek be jî, ya esas ewlehiya canê heyetê. Ji ber vê heyet li Silêmaniyê rawestiya. Pişt re cihên têkildar axivîne gotine em êrîşan pêk naynin. Li ser vê me got ger wisa be bila bên. Ew jî li ser vê hatin. “
DI NAVA HEFTEYEKÊ DE DÊ BÊN BERDAN
Karayilan der barê dîlên di destê wan de jî axivî û got: “Niha amadekariyên teknîk tên kirin. din ava hefteyekê de em dîlên di destê me de berdidin. Ev daxwaza serokatiya me ye jî. Ev ji alî me de pêngaveke girînge.”
GELO EV ROJNAMEGERIYE AN DIZIYE
Karayilan der barê notên ku ketine destê çapemeniyê de jî wihagot: “Ewil ez vê bêjim ku divê rojnameger heta dawiyê azad tevbigerin. Lê bi rastî ev bûyer gelo rojnamegeriye, an jî dizî ye, ne diyare? Li gorî agahiyên kum in girtine ev agahî ji aliyê BDP’ê ve nehatine derxsitin. Ger ji aliyê BDP’ê nehatibe kirin, wê demê hatiye dizîn. Ji ber vê yekê ji bilî rojnamgeriyê ev operasyone. Lê derketina vê facîayeke wisa mezin nîne. Yanî em nîqaşên wek ‘sabotajê’ hinek zêde dibînin. Belê bê guman ev ji niyeteke baş nehatiye kirin. lê hêj di destpêka pêvajoyê de her kesî behsa xesasbûnê dikir. Ji ber vê gelo çima evqas bi rexneyên tund tê pêşwazîkirin.”
DIVÊ MAFÊN KURDAN ŞÛNDE BIDINÊ
Karayilan di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku bi radestkirina mafên kurdan dê pirsgirêk çareser bibe û got: “Divê mafên gelê kurd bên dayîn. Binêrin ez dibêjim bila îade bikin, nabêjim bidin. Ji ber ku mafên kurdan bi qanûna 1924’an hat xesp kirin. ji destê wan hatin girtin. Çawa k udi dema Osmaniyan de bi hev re jiyan bil adi dema komarê de jî bi hev re bijîn. Lê şertê yekemîn ev ku divê mafên wan yên hatine xespkirin bila bê îadekirin. Di asta ku em hatinê de divê her kes vê rastiyê bibîne. Aştiyeke mayînde ya civakê an jî bi vî awayî mumkune.”
DI VÊ ÇARÇOVEYA ÇARESERIYÊ DE HEMÛ ALÎ DÊ QEZENC BIKIN
Karayilan anî zimain ku Ocalan pirsgirêkê bi awayekî afirînerî bi awayekî heî baş îfade dike û hewl de ku çarçoveya çareseriyê ya herî makul derbixe holê. Karayilan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vir de bi rastî çarçoveyeke çareseriyê ya nû ku hemû alî dê qezenc bike heye. Çarçoveyeke ku ji Formula her kes qezenc dike heye. Tu kes wenda nake. Di vir de behsa formulasyoneke ku dê her kes qezenc bike tê kirin. Bê guman divê alî vê rast fêm bikin. Ev gelek girînge.”
Karayilan got di çapemeniya tirk û hin aliyê siyasî de wekê ku pirsgirêk hatiye çareserkirin tê behskirin û got: “Ne hewceyeke ku hewayê wisa hema her tişt başe bidin xuyakirin. Belê em bi hêvî bin, em hêviyê esas bigirin. Lê di heman demê de em rast bin jî. Li holê çi ye? Pirsgirêkek 90 salî ya cidî a TC heye. Hêj li holê projeyeke zelal ya hikûmetê tune. Tenê nîqaşên tên meşandin hene.
TIRKIYEYÊ PROJEYA XWE HÊJ DERNEXISTIYE HOLÊ
Karayilan wiha pê de çû: “Niha li ser van nîqaşan hewldaneke ku perspektîfa çareseriyê zelal bikin heye. Ev gelek girînge. Gelek bi rumete û dîrokiye. Divê mirov nirxê bidinê. Ger nedinê wê demê li alî xwîn rijandinê ne. na. divê her kes nirxê bidê.
Bi kurtasî divê gelê me ji bo pêvajoyê, xesas be. Divê nefikirin ku her tişt temame. Divê ev pêvajo biguhere aştiyeke mayînde. Lê dibe ku ev pêvajo di carekê de biguhere qada pevçûnê. Ji berk u aliyên nehatine zelalkirin hene. Yanî ger ku her du alî dernekeve nebêje em şîdetê naxwazin em li alî diyalogê ne, wê demê pirsgirêk heye. Tikriyeyê hêj wisa negotiye, projeya xwe dernexistiye holê. Bila kes li pey xeyalan neçe. Yanî wek ku her tişt qedyaye, nêrîne, şaşe. Aştî gelek zehmete. Ne hêsane. Ji bo vê divê hemû kes hewl bide. Ji bo pêkanîna hin planên pratîk û girtina biryaran hinek zehmetî hene. Ez vê bi aşkera ji rayagiştî û gelê me re dibêjim. Ez vê dikarin bi du xalan îzah bikim;
Ya yekemîn; Fikarên me yên der barê nêzîkatiya hikûmeta AKP’ê de bi giştî ji holê ranebûne. Di vê mijarê de gotin û pratîka AKP’ê b ime refikaran zêde dike. Yanî di mijara polîtîkayên ‘muzakereya bi terorîstan re têkoşîn’ ne aştiye mayînde, polîtîkayake ku her tim şer bidome ye. yanî ger operasyonên li hemberî Gerîla raneweste û êrîş hebin wekê kum e berê jî gotibû, gerîla dê xwe biparêzer. Dê mafê xwe yê mîsîlemeyê pêk bîne. Her kes dizan ku gerîla di vê mijarê de ji hêzên dewletê bi însiyatîftire. Divê her du alî jî wek hev bin. ne wisa be aştî ne pêkane. Niha rastî eve. Fikarên me ji polîtîkayên AKP’ê hene. Her wiha em gelek bi serokatiya xwe bawrin. Heta dawiyê jî em bawerin. Bê guman em her tim li pişt serokatiya xwene. Nokteyên k udi nameyê de hatiye diyakirin hene, em dê li ser bisekinin. Lê biryar girtin wisa ne hêsane.
Aliyê duyemîn jî ev e ku Tevger Azadiya kurd cara yekemîn evqas derfet bidestxistine û bi hêza xwe dê çareseriyê bide zorê û bûye xwedî şert û mercên ku diçe aştiyê. Wek tê zanîn Kurdistan çar parçeyek. Dewletê ku çar parçe di bin destê xwe de girtine hema her tim di navbera xwe de der barê kurdan de li hev kirine. Car pirsgirêk derketibin jî lê li hevkirine."
Karayilan dest nîşan kir ev hevkarî niha têkçûye û wiha axivî: "Ev tê wê wateyê ku tevgera azadixwaz a Kurd gihiştiye astekî bilind û berfireh û wergirtina deskeftiyan ku dikare tekoşînê bigihine serkeftinê." Karayilan li ser pirsa ku 'Gelo PKK'ê di vê rewşa nû de alîkariyê ji hin dewletan werdigre an na' jî vê bersivê da:
ME XWE JI BO ŞEREKÎ DIJWAR AMEDE KIRIYE
"Na, mesele ne ev e. PKK tevgereke xwedî prensibe. PKK hima nikare angejeyê herkesî bibe. PKK niha li Rojhilata Navîn nûnertiya xeta sêyemîn dike û hêza xwe jî ji çavkaniyê werdigre. Ji kesên ku dibêjin 'PKK ji vir alîkariyê werdigre' re vê tiştê dibêjim: Çekên ku di destê PKK'ê de ne çekên beriya 60 salan hatine çêkirin. Bila tu kes xwe nexapîne. Lê PKK hatiye wê qonaxê ku dikare ji derdorên cûda jî çek û alîkariyên dî wergire. Yanî şert û mercên ku PKK bikaribe tekoşîna xwe bigihîne qonaxekî bilind derketine holê.
Me xwe ji her demê zêdetir ji bo şerekî berfireh amade kir. Ji bo vê jî ne hêsane ku em şervanên xwe ji bo aştiyê îkna bikin. Siyaseta ku 'Bila serokatiya me têkeve dewrê' di cih de ye. Dûbare dikim; tiştekî pir girîng e ku serokatî ji bo vê pêvajoyê têkeve dewrê.
Serokatiya me pir hessas nêzî vê pêvajoyê dibe. Biryardayîn nehêsane û bi serê xwe wêrekiyekî dixwaze. Serokatiya me pêvajoyê 'pêvajoya guhertina ji kokê' bi nav dike û wekî pêngavekî demokratikbûnê dibîne. Qala pêşdebirina demokrasiya radikal dike. Yanî divê mirov pêvajoyê, pêvajoya pêngavekî bimîne. Mesele ne ji hev bawerkirine, divê mirov vê mîna tekoşîna afirandina çareseriya demokratik û aştiyê bibîne. Nêzakatiya rast jî ev e. Ev çend roj in di zimanê AKP'iyan de nermbûnek heye, ev tiştekî êrêniye. Lê hê jî zimanekî desthildarî tê bikaranîn."
Karayilan ji bo roja jinan 8'ê Adarê jî vê peyamê da: "Bi taybetî divê zilam ev şoraşa jinê ku li Kurdistanê dest pê kiriye, rast fêm bike û bersivê bide. Tekoşîna rizgariya Kurdistanê pêvajoyeke nû da dest pê kirin. Ji jina zêdetir divê zilam vê yekê baş bibînin li hember enerjiya ku derketiye holê bikaribe xwe nû bike. Ji vî aliyê ve 8'ê Adarê her çend roja Jinan jî, divê bibe roja ku zilam zilamtiya xwe bide pirskirin, dê ev yek bibe helwesteke herî rast."