Karayilan: Berxwedana Kobanê wê dewam bike!

Karayilan: Berxwedana Kobanê wê dewam bike!

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku AKP'ê mîna sala 2011'an biryara şer daye û got, "Berxwedana Kobanê wê dewam bike. Kolan bi kolan be jî wê şer dewam bike." Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk soz daye ji Serêkaniyê heta Kobanê korîdorê veke, lê belê ev soza xwe cih neaniye.

Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Mûrat Karayilan, li ser rewşa dawî ya li Kobanê û helwesta dewleta Tirk ji ANF'ê re axivî.

Karayilan di destpêka axaftina xwe de, di kesayetiya fermandarên fedaî yên YPG/YPJ'ê Zozan, Êrîş  Arîn de hemû canfedayên berxwedana Kobanê bi rêzdarî bibîr anî û gelê Kobanê, şervanên YPG û YPJ'ê yên bi ruhê fedaî û bi biryardariyeke mezin di şopa cangoriyan de, bi derfetên kêm be jî berxwedaneke mezin li Kobanê nîşan didin, pîroz kir û silav kir.

Karayilan her wiha Cejn û Cemaya Laleş Hacci ya civaka Êzidî ku di van rojan de destpê dike pîroz kir û bi baweriya ku wê berxwedana Kurdên Êzidî Şengalê veguherîne Êzidîxanê, civaka Êzidî silav kir.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin ku êrîş û dorpêçiya li hemberî Kobanê rewşeke ji rêzê nîne û destnîşan kir ku ya ku li Kobanê dor lê hatiye girtin, ne tenê bajarek e, tevahiya gelê Kurdistanê, azadiya gelê Kurdistanê, pêşeroja demokratîk a gelên herêmê ye. 

Karayilan ragihand ku bi vê konseptê re hewl tê dayîn sîstema mêtînger-hegemonîk li ser gelê Kurdistanê bê fezkirin û anî ziman ku DAIŞ jî JÎTEM a vê konseptê ye.

EWQAS CEBILXANEYÊ JI KU DIGIRIN?

Karayilan bal kişand ser desteka ji bo DAIŞ'ê û di vê der barê de ev xal destnîşan kir: "Binêrin, top û guleyên ev 23 roj in li Kobanê tên bikaranîn, ancax bi konvoyeke ji dehan kîlometreyan dikare bê hilgirtin. Ewçend zêde ye. Gelo ewqas cebilxaneyê ji ku peyda dimin! Eger ev cebilxane bi rojane neyê, her tim teqwiye jê re nayê, hingî çawa çêdibe ku ewqas cebilxaneyê rojane bikar tînin. Bersiva van hemûyan girîng e. Bi awayekî vekirî destekek ji wan re heye û yên destekê didin çeteyan radibin derdikevin pêşberî raya giştî ya cîhanê û derewan dikin."

JI HIKÛMETA AKP'Ê RE: DEM NE DEMA GOTINÊ, DEMA AVÊTINA GAVÊN PRATÎKÎ YE

Karayilan daxuyanî û helwesta rayedarên dewleta Tirk a li pêşberî rewşê nirxand û got, "Eger hûn dixwazin bi gelê Kurd re li hev werin, di nava dostanî û wekheviyê de bijîn, divê hûn tevlî pêvajoya şikandina vîna gelê Kurd a li Kobanê nebin. Lê eger hûn dibêjin, 'na rewş ne wiha ye', hingî fermo di pratîkê de vê nîşan bidin. Bi tenê qebûlkirina girseya ji Kobanê derketiye re dostanî nayê nîşandan. Ev yek ji xwe parçeyek ji plana têkbirina Kobanê ye. Ev çend roj in rêveberên AKP'ê hem der barê pêvajoyê hem jî li ser Kobanê gotinên baş bilêv dikin, lê pratîka wan berevajî vê ye. Êdî dema peyvê derbas bûye. Dem dema avêtina gavên pratîkî ye."

SOZÊN JI SALIH MUSLIM RE HATINE DAYÎN BICIH NEHATIN ANÎN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan serdana Hevserokê PYD'ê Salih Muslim a çend roj berê li Tirkiyeyê nirxand û got, "Li gorî agahiyên gihaştin ber destê me, beriya du hefteyan hin soz ji lîderê PYD'ê Salih Muslim re hatine dayîn, lê belê bicih nehatina nîne. Herî dawî ew dawetî Tirkiyeyê kirin û ew jî çû; li gorî agahiyên gihaştin me, hin soz jê re hatiye dayîn lê tevî ku di ser re 5 roj derbas bûne jî bicih nehatine anîn."

'SOZ DAN JI SERÊKANIYÊ HETA KOBANÊ KORÎDORÊ VEKIN'

Karayilan diyar kir ku ev yek ne tenê temaşekirina li komkujiya Kobanê ye, di heman demê de mijûlkirin û xistina nav bendewariyan e û tevlîbûna li nav komkujiyên bê jiyîn e. Karayilan got, "Binêrin; sozdayîn û bicihneanîn, manevrayeke taktîka têkbirinê ye. Eger dibêjin 'na ne welê ye' fermo bila sozên xwe bicih bînin. Ev 15 roj in soz dane ku ji Serêkaniyê heta Kobanê korîdorê vekin, lê bicih nînin. Ev helwest helwesta ambargo û dorpêçkirinê ye. Bendewariyan diafirînin, lê bicih nînin û ji bo tinekirinê bingehê amade dikin."

Karayilan destnîşan kir ku berevajî îdîayên di çapemeniyê de tên weşandin, li gorî agahiyên gihaştine ber destê wan, di berdêla vekirina vê korîdorê de, ti bazarî bi PYD'ê re nehatiye kirin.

'MÎNA YA SALA 2011'AN BIRYARA ŞER HATIYE DAYÎN'

Karayilan der barê bicihneanîna sozên dewleta Tirk de ev nirxandin kir:

"Ya di nava dewletê de rewşeke du alî heye, yan jî bi temamî ji bo rawestandina berxwedana Kobanê, bi rêbaza mijûlkirinê re taktîkên şerê psîkolojîk dimeşînin. Naxwe, dewletek rabe sozê bide lê piştre soza xwe bicih nîne, wê çawa bê ravekirin. Di vê mijarê de tê fêmkirin ku Erdogan di kêliya dawî de dest li rewşê werdaye, xwestiye Kobanê têk biçe û di vê çarçoveyê de jî mîna sala 2011'an li dijî gelê Kurd biryara şer daye. Ji xwe helwesta Erdogan a ku DAIŞ'ê û me, yanî PKK'ê mîna hev nîşan dide, her tiştî radixe pêş çavan. DAIŞ rêxistineke hov e. Rêxistineke serê mirovan jê dike. Çeteyeke hov e ku yê ne ji xwe qetil dike. Gurûheke ku bûye belayê serê serdema me. Radibe me û DAIŞ a serê mirovan jê dike bi hev re dinirxîne. Başe çareserî li ku ma? Li aliyekî nîqaşên pêvajoya çareseriyê û diyaloga bi lîderê PKK'ê Serok Apo re, lia liyê din jî helwesta 'Ez DAIŞ'ê jî PKK'ê jî mîna hev dibînim'. Ev her du wê çawa bigihêje hev? Wê pêvajo çawa dewam bike? Hem tuyê li aliyekî rûnê û nîqaşê bike, bêje 'em pêvajoya çareseriyê bi pêş dixînin', li aliyê din jî tuyê PKK'ê bi rêxistina herî hov a cîhanê ya serê mirovan jê dike re, weke hev binirxîne. Bi vê zîhniyetê re wê çawa çareserî bê! Gelo di vir de qebûlkirin û zîhniyeteke çareseriyê hebûya, wê gotinên bi vî rengî bikar bianiya? Eger di çareserî û aştiya bi Kurdan re ji dil bûya, wê Kobanê bi vî rengî qurbanî van armancên qirêj bikira? Di vir de bêrehmî û namerdiyeke gelekî qirêj ku mehdê mirovan dixelîne, heye. Bi awayekî din ev rewş nayê ravekirin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan da zanîn ku senaryoya tevlîbûna Tirkiyeyê li nav koalîsyona li dijî DAIŞ'ê lîstikek e û diyar kir ku Tirkiye di her firsendê de hewl dide DAIŞ'ê biparêze.

DIVÊ ÊDÎ HER DER BIBE KOBANÊ

Karayilan diyar kir ku dilê tevahiya gelê Kurd niha li Kobanê lê dide û got, "Bi rastî jî li her deverê Kurd pêvajoyê dişopîne. Bi taybetî jî girseya Bakurê Kurdistanê, her wiha Kurdistaniyên li Ewropayê di nava hestyarî û çalakiyan de ne. Pêngava duh bi şev a li Kurdistanê û derveyî welat ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve hat kirin, pêngaveke gelekî cidî bû. Divê ev dewam bike. Girîng e êdî her der bibe Kobanê. Roj roja berxwedanê, roja xwedîderketina li mirovahiyê ye. Ew roj e ku hemû derdorên bi nirxên neteweya demokratîk ve dilsoz in, bikevin nava tevgerê."

EGER KOBANÊ DI NAV AGIR DE BE, DIVÊ BAKUR JÎ BÊTIR XWE NÊZÎ WÊ BIKE!

Karayilan da zanîn ku divê çalakiyên gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê hîn bêtir di asta xwedîderketinê de be û destnîşan kir ku xwe nêzkirina li Kobanê bi taybetî xaleke girîng e.

Karayilan axaftina xwe wiha dewam kir: "Dewleat Tirk dixwaze girseyê ji Kobanê vekişîne; vê yekê di bin navê ewlekariyê dike. Hin siyasetmedarên Kurd jî radibin dibêjin, 'ji ber sedema ewlekariyê em gel qanih dikin ku ji vir derkeve'. Bi dîtina me ev şaş e. Eger gelê me yê li Kobanê di nav agir de be, divê gelê me yê li Bakur bêtir wê hîs bike û bi vî rengî xwe nêz bike. Divê rîskê jî bigire pêş çavê xwe. Yanî pêwîstî bi hîskirinek ji nêz, piştevanî û xwedîderketineke bi bandor heye.

Diyare e berxwedana Kobanê berxwedaneke civakî ye û şerê Kobanê şerekî rastî yê gel e. Ji ber ku mercên cografîk rê nade û bi temamî deşt e, em weke HPG nikarin yekser dest li wir werbidin. Her wiha ji ber ku dewleta Tirk korîdorê venake, ji YPG'ê re teqwiye nikare bê kirin yan jî gelekî kêm tê kirin. Ji ber vê yekê berxwedana li Kobanê berxwedana gel, şerê gel ê şoreşger e ku bi tevlîbûna ciwanan mezin dibe."

BERXWEDANA KOBANÊ WÊ DEWAM BIKE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku berxwedana Kobanê wê dewam bike û got, "Kolan bi kolan be jî ev şer wê dewam bike. Hêzên tevlî vê konseptê bûne, hesabê têkbirina berxwedanê dikin, lê divê were zanîn gelê me û milîtanên leheng ên YPG/YPJ'ê yên li wir berxwedanê dimeşînin, wê li dijî tank û topên DAIŞ'ê bi biryardariyeke mezin, vîna mirovahiyê mezin bikin û şer bikin. Şerê li wir tê dayîn şerekî vînê ye; sekna vîna mirovahiyê ya li dijî hovîtiyê ye. Berxwedaneke gelekî bi qîmet û pîroz e. Cihgirtina di vê berxwedanê de karê herî pîroz ê alîgirên demokrasî û azadiyê ye. Ev yek nirxekî mirovahiyê ye. Jiyîna şerefa li wir, xwegihandina mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê, di serî de ciwanên Kurd û hemû ciwanên alîgirên demokrasî û azadiyê em bang li rêxistin û saziyan dikin ku piştevaniya berxwedana Kobanê bikin û eger derfetên wan hebin yekser biçin beşdar bibin. Berxwedana Kobanê bi baweriya serketina rûmeta mirovahiyê ya li dijî hovîtiya mêtîngeriyê, li Kobanê mezintir bûye."

'BERXWEDANA KOBANÊ HETA NIHA SERKETÎ YE'

Karayilan da xuyakirin ku berxwedana Kobanê heta vê saetê bi ser ketiye û got, "Ya ku diviyabû bihata kirin, hatiye kirin. Lîstika mêtîngeriyê hatiye xerakirin; lîstika DAIŞ'ê hatiye xerakirin. Plana têkbirina Kobanê û piştre destpêkirina pêvajoya tinekirina tevgera azadiyê hatiye pûçkirin. Berxwedana li Kobanê bûye berxwedana gelê me yê li Şengalê jî. Bûye rûmeta tevahiya gelê Kurdistanê û tevahiya hêzên demokrasiyê. Berxwedana ku ev yek bi ser xistiye, wê bizanibe ber bi serketinê jî bimeşe; wê taliyê bigihêje serketinê. Divê her kes ji vê bawer bike."