Karasû: Em ê bersivê bidin operasyonên qirkirinê

Karasû: Em ê bersivê bidin operasyonên qirkirinê

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku operasyonên qirkirina siyasî ji bo şikandina vînê û belavkirina rêxistinbûyîna gelê Kurd tên kirin û got, "Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em ê bersivê bidin van operasyonan. Tevgera Azadiyê wê li dijî girtinên AKP'ê, leşker, polîs, qeymeqam, karmendên dewletê û hêzên hevkarên AKP'ê yên li hemberî gel sûc kirine bigire û di çarçoveya hiqûqa xwe de darizîne. Ev jî mafê gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd e."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, der barê qirkirinên siyasî yên piştî serhildanên 6-8'ê Cotmehê de zêde bûn û helwesta Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd de, ji ajansa me re axivî.

Karasû diyar kir ku çalakiyên Kobanê di dîroka serhildanên Kurdistanê de, serhildanên herî bi bandor in û gelek encamên girîng ên siyasî bi xwe re anîne.

Karasû da zanîn ku serhildanên di 6'ê Cotmehê de destpê kirin û bi rojan dewam kirin, weke encamek polîtîkayên Hikûmeta AKP'ê rû dan û gel li dijî polîtîkayên AKP'ê nerazîbûn nîşan daye. Karasû got, "Leşker û polîsên dewleta Tirk ên dostê DAIŞ'ê û dijminê Kobanê ne, ku li benda têkçûna Kobanê bûn, êrîşî gel kirin. Bi dehan welatparêzên Kurd qetil kirin, bi sedan birîndar kirin. Piraniya êrîşkaran jî polîs, leşker, faşîst û hin hêzên kontra bûn. Nûçeya destpêkê ya mirinê ji Mûşê hat. Di encama êrîşa polîsande welatpêzek ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Dûre li Misric, Tetwan, Qoser, Kerboran, Wanê di necama êrîşa AKP'yî û kontrayên bi bin baskê AKP'ê de, gelek welatparêz hatin qetilkirin."

Karasû da zanîn ku bi serhildanên 6-8'ê Cotmehê re hêza rêxistinbûyî, vîna xurt a gelê Kurd hatine dîtin, lewma hikûmeta AKP'ê dest bi kampanya reşkirinê, şerê psîkolojîk û pêla girtinan kiriye. Karasû ragihand ku hikûmeta AKP'ê mirinan weke sedema van girtinan nîşan dide û destnîşan kir, ku ev yek berevajîkirina rastiyê ye. 

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir, ku girtinên piştî serhildanên 6-8'ê Cotmehê, bi operasyonên qirkirina siyasî ya piştî hilbijartinên herêmî yên 2009'an û çûyîna koma çareseriya demokratîk ji Xabûrê re, bi heman mejî tên kirin û got, "Di vê çarçoveyê de divê hêzên demokrasî û gelê Kurd, şerê psîkolojîk û girtinên piştî serhildanên 6-8 Cotmehê weke hewldana şikandina vîn û rêxistinbûyîna gelê Kurd bibînin."

Karasû da xuyakirin ku operasyonên KCK'ê bi şêweyekî nû dewam dike û destnîşan kir ku li hemberî van operasyonên qirkirina siyasî helwesta Tevgera Azadiyê ya Kurd zelal e.

Karasû got, "Em van operasyonên qirkirina siyasî rewa nabînin, weke sedema berxwedanê dibînin û dibêjin ku hikûmeteke van operasyonan dike, nikare pirsgirêka Kurd çareser bike."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku ew operasyonên qirkirina siyasî weke dijberiya demokrasiyê, dijberiya azadiyê, helwdana rakirina bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd, bêdengkirina hêzên çareseriya pirsgirêka Kurd dixwazin, dibînin û destnîşan ku Tevgera Azadiyê ya Kurd wê bersiva van operasyonan bide.

Karasû bal kişand ser daxuyaniyên beriya niha Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser mijarê dabû û got, "Hevserokatî û endamên Konseya Rêveberiya me dan xuyakirin ku li hemberî van girtinan wê gerîla bikevin nava tevgerê û mafê bersivdayînê bikar bînin. Her wiha îlan kir ku mêtînger, talankar, berpirsyarên saziyên qirkirina siyasî û yên li hemberî gelê Kurd sûc kirine werin girtin. Lewma, li hemberî girtinên AKP'ê Tevgera Azadiyê ya Kurd jî wê leşker, polîs, qeymeqam, karmendên dewletê, hêzên bi AKP'ê re hevkariyê dikin ên li hemberî gel sûc kirine bigire û çarçoveya hiqûqa xwe de darizîne. Ev yek mafê gelê Kurd û mafê Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Hêza ku li Kurdistanê ne rewa ye, leşker, polîs, hêzên dadgerî û dadgehên dewleta Tirk in. Em wan nas nakin. Heta ku dewleta Tirk demokratîk nebe, artêşa wê dagirker e, polîsê wê dagirker e, dadgeriya wê qirkirina çandî dike, qirkirina siyasî dike. Di vê çarçoveyê de wezîfedarên sûcdar ên dewletê û AKP'yiyên sûcdar wê werin girtin, di çarçoveya hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan de werin darizandin."