Kaplan pirsgirêkên sektora sînemayê anî rojevê

Kaplan pirsgirêkên sektora sînemayê anî rojevê

BDP’ê pirsgirêkên sektora televîzyon û sînemayê anî meclisê.  Di derbarê mijarê de BDP’ê pêşnûmepirsek da Wezareta Ewlehiya Civakî û Xebatê. Di pêşnûmeyê hate pirsîn ku di derbarê vê qadê de sererastkirinên qanûnî tên kirin an na.

Parlamenterê BDP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan pêşnûmeyeke pêşkêşî Wezîrê Ewlehiya Civakî û Xebatê Sayin Faruk kir û balkişand ser pirsgirêkên kedkarên sînemû televîzyonê. Kaplan da zanîn ewlehiya kar, tenduristiya kar ya di sektora tv û sînemayê de pêk tên, ji bo vê tiştek nayê kirin û got di her seta kişandina film de 5 kes dixebitin û wiha got: “Bihilên doktor û ambulsansê  peywirdarekî tenduristiyê an jî ekîbek tuneye. Ev kedkar di bin şert û mercên dijwar de dixebitin. Di çapemeniya dîtbarî de gelek qezayên kar yên wekî ji bilindahiyê de ketin, ceyran pê  girtin, fetisîn û gelek tiştên din. Heta krîza dil û  qezayên trafîkê pêk tîne.

Kaplan ev pirs ji Çelîk kirin: Ev kedarên vê qadê divê bi sîgorteyê bê xebitandin, fature an jî meqbûsa pîşeya serbest lê tên ferzkirin. Bi xebata xwe ya heftane divê 51 demjimêrî derbas nekin. Pereyê wan ji mehekê zêdetir divê dereng neyê dayîn. Gelo xebateke we ya wezaretê di vî alî de heye an na?

Di derbarê qanûna kar ya sînemayê de sererastkirinek heye an na?

Gelo meqbûsa pîşeya serbest li xebatkarên rêzefîlman tê birîn?

Di vê sektorê de heta niha çend doz hatine vekirin?

Sererastkirineke di derbarê derveyê –qeydan de heye. Ger hebe çine?

Ji bo sererastkirina şert û mercên vê sektorê çi tê kirin?