Kanalîzasyona ku şaredariya AKP’yî çêkiribû hilweşiya
Sîstema kanalîzasyonê ya ku 3 meh berê ji aliyê Şaredariya Tûşba ya AKP’yî ve hatî çêkirin hilweşiya û ava qirêj li taxê belav bû.
Sîstema kanalîzasyonê ya ku 3 meh berê ji aliyê Şaredariya Tûşba ya AKP’yî ve hatî çêkirin hilweşiya û ava qirêj li taxê belav bû.
Sîstema kanalîzasyonê ya ku 3 meh berê ji aliyê Şaredariya Tûşba ya AKP’yî ve hatibû çêkirin, hilweşiya. Sîstema kanalîzasyonê ya ku bi kampanyayên mezin ên reklamê ku ji gel re hatibû ragihandin û dihat îddiakirin ku wê pirsgirêkên sîstema binerdê çareser bike hilweşiya û tax di bin ava qirêj de ma.
Têkildarî teqîna kanalîzasyonê ya ku xetereya wê li ser tendirustiya gel heye hê daxuyaniyek ji aliyê berpirsên şaredariyê ve nehatiye kirin û gel niha bi hewldanên xwe ava qirêj paqij dikin.
Şaredarî heta niha ji bo paqijkirina ava qirêj xebatek nedaye meşandin.