Kanadayê ji bo L3Harrîs Wescaman lêpirsîn da destpêkirin

Kanadayê ji ber ku L3Harrîs Wescam li Azerbaycanê tên bikaranîn, lêpirsîn da destpêkirin.

Serokwezîrê Kanadayê Jûstîn Trûdeaû diyar kir ku ji ber alavên leşkerî yên îxracî Tirkiyeyê hatine kirin li Qerebaxê di şerê Ermenistan û Azerbaycanê de tê bikaranîn, wan lêpirsîn dane destpêkirin.

Saziya civakî ya sivîl a Kanadayê ya bi navê Projest Ploûgsharesê diyar kir ku droneyên di vîdeoyên hêzên hewayî yên Azerî de tên bikaranîn L3Harrîs Wescam a şîrketa Kanadayê ye.

Rojnameya Globe an Maîl a li Kanadayê diyar kir ku di serê vê salê de şîrketê ev pergala hewayî firotibû şîrketa Selçûk Bayraktar ê li Tirkiyeyê. Piştî vê nûçeyê serokwezîrê Kanadayê Trûdeaû diyar kir ku wan lêpirsîn daye destpêkirin bê ka teknolojiya leşkerî ya Kanadayê di şerê navbera Ermenistan û Azerbaycanê tê bikaranîn an na.